HPG: 3 dagirkerên Tirk li Xakurkê hatin kuştin

HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayan li herêma Xakurkê li dijî dagirkeriya Tirk çalakî li dar xist, di encamê de 3 dagirker hatin kuştin.

HPG: 3 dagirkerên Tirk li Xakurkê hatin kuştin
13 kanûn, 2021   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

10'ê Kanûnê saet di 16:00 de li qada Girê Kevortê, hêzên me li çepereke dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek û 2 kamerayên mobesse hatin îmahkirin.

12'ê Kanûnê saet di navbera 14:05-14:50'î de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li qada Kafya ya herêma Garê barand.

12'ê Kanûnê saet di 14:50'î de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li derdora Çemê Zê û qada Sîda yên herêma Zapê barand."