​​​​​​​Tirk dibin qurbaniyên siyaseta Erdogan... aboriya Tirkiyê zû baş nabe

Îro Tirk berdêla siyasetên çewt ên Recep Teyyîp Erdogan didin ku hewl dide Împratoriya Osmanî vejîne. Vê berdêlê bandor li aboriya Tirkiyê kir û hêvî tune ne ku ev aborî di demeke nêz de baş bibe.

​​​​​​​Tirk dibin qurbaniyên siyaseta Erdogan... aboriya Tirkiyê zû baş nabe
13 kanûn, 2021   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN - LÎLAV DÊWANÎ

Piştî lîreyê Tirk li hember dolar gelekî nirxê xwe winda kir û gihaşt 14 lîreyan, aboriya Tirkiyê rûbirûyî krîzekê ye. Ji ber pirsgirêkên aborî yên li du hev, ji du salan ve ev cara yekemîn e ku ew qas nirxê lîreyê Tirk kêm dibe. Ev yek rewşa jiyanî ya berê aloz, girêktir kir. nerazîbûn di nava gel de çêkir ku li dijî biryar û siyasetên hikumeta bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan in.

Aboriya Tirkiyê ji ber siyasetên AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan ku tevahî kapesîteyên welêt kirine xizmeta warê leşkerî û pêkanîna projeyên xwe yên dagirkeriyê li Rojhilata Navîn rûbirûyî qeyranê ye. Ji ber Erdogan hewl dide împratoriya Osmanî ya têkçûyî vejîne, Sûriye û Iraqê hedef digire, êrişên qirkirinê li dijî Kurdan bê navber pêk tîne, çeteyên sûrî dişîne Lîbya û Qerebaxê û li tevahî cîhanê piştevaniya Îxwan El-Mislimîn dike û pereyan li ser hesabê gelê Tirkiyê ji wan re dişîne.

Di encama siyasetên darayî yên hikumeta Tirkiyê de, destwerdanên Erdogan di siyasetên darayî yên banka navendî ya Tirkiyê û cezayên navneteweyî li dijî Tirkiyê ji ber siyasetên wê li dewletên cîran, rewşeke aborî ya kembax li Tirkiyê çêkir. Bi wê re di çend mehên borî de rêjeya enflasyonê gihaşt ji sedî 21. Her wiha kêmbûna nirxê diravê Tikriyê ya berdewam, rê li ber bihabûneke mezin a kelûpelan vekir ku di encamê de rewşa jiyanî paşde çû.

BÊKARÎ ZÊDE DIBE

Di daneyên dawî yên Îlona borî yên peymangeha daneyan a Tirkiyê de hat eşkerekirin ku hejmara bêkariyê zêde bûye û gihaştiye 3 milyon û 800 hezaran.

Ji ber kirîza aborî ya ku Tirk pê re rû bi rû ne û serhişkiya Erdogan têkildarî siyaseta nirxên fayîzê, di êvara 23 Mijdara borî de li gelek bajarên Tirkiyê xwepêşandan li dar ketin. Bi wê re welatî herikîn tevahî kolanan û banga îstîfakirina Erdogan kir.

Analîzvanan da zanîn ku gotinên Erdogan dema dibêje; "ez dijminê fayîzê me" hişt ku lîreyê Tirk bi awayekî berçav kêm bibe. Her wiha destwerdanên wî yên leşkerî di dewletên cîran de û ji bo van armancên xwe yên leşkerî û şer tevahî derfetên welêt xerc kirin. Nakokiya têkiliyên wî bi rojava re hişt ku rewşa aborî aloztir bibe.

Çavdêran pêkanîna banka navendî ya Tirkî perspektîfên Erdogan ên têkildarî hiştina fayîzê di rêjeyên kêm de û destwerdana wî li ser siyasetên darayî yên bankê û nekarîna bankê ku nirxan kontrol bike, rexne kirin. Di heman demê de gelekan Erdogan tawanbar kir ku hişt dirava Tirk, bigihêje rewşeke kirêt.

Erdogan, wezîrê darayî yê berê Lutfî Elvan ji erk dûr xist û li şûna wî cîgirê Elvan, Nureddin Nobati erkdar kir. Ji ber Elvan li dijî siyasetên Erdogan ên kêmkirina buhayên fayîzê bû.

SIYASETÊN ÇEWT

/ar/uploads/files/2021/12/12/191858_srkys-qsarjyan.webp

Girêdayî vê mijarê, nivîskar û rojnamegerê têkildarî karûbarên Tirkiyê Sarkis Kassarjian ji ajansa me re axivî û eşkere kir ku hilweşîna aboriya Tirkiyê ji ber gelek sedeman e û ya sereke jî ji ber siyasetên aborî yên çewt li hundir û siaysetên dewleta Tirk ên li derve ye û got: "Têkildarî siyasetên hundir, aboriya Tirkiyê xwe dispêre fînansan anku aboriya fînansê ye ne berhemdayînê ye. Bi wê re kêfxweşiya li Tirkiyê ya di serdema AKP’ê de vedigere parçeyek ji pereyên biyanî û fînansên biyanî di sûkên Tirkiyê de. Bi taybet piştê ku siyaseta sifir pirsgirêk meşand, têkilî bi Rojhilata Navîn re danîn, balê hemû  sermayedarên biyanî kişand. Bê guman pêwîstiya razemenî bi aramiyê û istiqrarê heye. Ji ber wê balkêşiyeke gelek mezin hebû."

Sarkis Kassarjian wiha domand: "Lê dewleta Tirk ev pere û başbûna aboriyê xist xizmeta avakrina pire, tonel, nexweşxane, rêyên lezgîn û hwd, lê pîşesazî û berhemdayîn bi pêş nexist."

CEZA

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di dawiya par de, ji ber kirîna Enqereyê pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê S-400 ceza li serokatiya çêkirina pergalên parastinê yên Tirkiyê birî. DYA’yê teqez kir ku dê ew peyman dê ewlehiya teknolojiya leşkerî ya Amerîkayê û leşkerên amerîkî bixe xeteriyê. Li gorî van cezayan dê tevahî ruxsetên ji rêveberiya çêkirina pergala parastinê re hatine dayîn, werin redkirin û tu vîza ji serokê wê Îsmaîl Demir re nayên dayîn. Ji ber vê hîna têkiliyên Amerîka û Tirkiyê nakok in û ceza hene.

DYA’yê di 7’ê Cotmeha borî de bi sedema êrişên leşkerî yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di payîza 2019’an de û pêkanîna komkujiyên li dijî mirovahiyê ceza li dijî dewleta Tirk ferz kirin. Her wiha li gorî biryara  rewşa awarte ya bi hejmara 13894 ku di 14’ê Cotmeha 2019’an de hatiye ragihandin, wê heta dawiyê vê salê berdewam bike.

Di 11’ê Mijdara borî de Yekitiya Ewropayê (YE) dema cezayên li dijî dewleta Tirk ferz kirine, heta saleke din dirêj kir, ji ber ku dewleta Tirk xebatên lêgerînê di ava bi nakok a li rojhilatê Deryaya Spî de pêk anîn. Di wan cezayan de, semyanên kesayet û berpirsên xebatên lêgerînê yên neagahdar an jî yên tevlê bûne, hatin cemidandin. Her wiha li wan qedexeya çûyîn YE`yê re jî hat ferzkirin û nehişt ku pere ji aliyên hatine cezakirin re bê dayîn.

Her wiha YE`yê sala 2019`an li Tirkiyê ev ceza ferz kiribûn, ji ber xebatên wê yên lêgerîna petrol û gazê li deryayê ku Bruksel wê girêdayî Qibrisê dibîne ku endamê YE`yê ye.

Girêdayî vê yekê, Sarkis Kassarjian da zanîn ku ji ber siyasetên dewleta Tirk ên derve, destwerdanên wê yên di gelek dewletan de, hewldana dîzaynkirina herêmê, têkiliyên wê nakok bi rojavayê re hişt fînansên biyanî rawestin. Sarkis Kassarjian wiha pê de çû: "Tu fînansên nû li Tirkiyê tune ne û yên heyî jî ji ber tirsa rewşa kirêtir bibe ji sûkan derdikevin. Mîna min berê jî gotiye, di radeya yekemîn de fînans li aramiyê digere. Ev aramî li Tirkiyê tune ye, her wiha têkiliyên wê bi dewletên cîran re jî ne baş in. Têkiliyên dewleta Tirk bi YE’yê re jî ne baş in û bi DYA’yê re bi nakok in. Anku başiya li Tirkiyê êdî her ku diçe kêm dibe."

SIYASETA HÊZA HIŞK Û BANDORÊN WÊ YÊN LI SER ABORIYA TIRKIYÊ

Sarkis Kassarjian ev nirxandin kir: "Nuqteya veguhartina aboriya Tirkî ber bi aboriyeke têkçûyî ve, sala 2018`an dest pê kir. Hikumeta AKP`ê ev rewş qebûl nekir û li şûna sedeman wê çareser bike, berê xwe da siyasetên hêza hişk û gihaşt astekê ku di sûkê de tu sermayedarekî biyanî tune be. Di heman demê de sermayedarên heyî jî beşek ji wan kar û barên xwe bi dawî dikin. Ev yek daxwaza li ser dolarê zêde kir. Ji ber ku sermayedar dema karê xwe bi dawî bike, destpêkê dê pereyên xwe bike diravên biyanî û careke din ji sûkê derxe. Ev tê wateya ku ne tenê dolar nakeve sûka Tirkiyê lê belê hebûna wê gelek kêm bûye ku di encamê de nirxê lîreyê Tirk kêm bû û gihaşt rêjeya herî kêm."

ꞌBANDORÊ LI POPULERBÛNA ERDOGAN DIKEꞌ

Di demekê de ku lîreya Tirk pirr kêm dibe, Erdoganê ku navdarbûna wî piştî kirîza aborî kêm bûye, hesabê ji lidarxistina hilbijartinên pêşwext re dike ku partiyên muxalif banga wê dikin, lê Erdogan vê yekê red dike.

Ji ber siyasetên Erdogan ên aborî û daketina lîreya Tirk li hember dolar, bi hezaran li kantona Mersîn a başûrê Tirkiyê kom bûn û banga hilbijartinên pêşwext kir.

Li hember vê hikumeta Tirk israr dike ku hilbijartin di Hezîrana 2023`yan de werin lidarxistin. Lêkolîner jî diyar dikin ku di serdema hikumeta heyî ya bi serkêşiya Erdogan de, tu nîşaneyên başkirina qada aborî tune ne, li gorî pêşbiniyên gelekan, Erdogan dê di hilbijartinên bê de bi bin bikeve.

Sarkis Kassarjian piştrast kir ku siyasetên aborî û derve yên Erdogan bandoreke neyinî li navdarbûna wî kir û wiha dewam kir: "Li kîjan dewletê be siyaset jî wekî aborî ye bandorê li navdarbûna desthilatê dike ku ew jî bandorê li debara welatî dike. Îro em behsa siyasetên aborî û derve dikin ku rasterast bandorê li heqê nan û debara hemwelatiyên Tirk û maşên wan dike. Bê guman ev yek dê bandorê li navdarbûna Erdogan bike, ruxmî ku hewl dide bi rêya sozan û planên aborî û her wekî din vê bandorê binixumîne."

Rojnamevan ev lê zêde kir: "Erdogan dizane ku rewş di halê hazir de bi fikar e û gefan li pêşeroja wî ya siyasî dixwe. Ji ber wê hemû projeyên xwe yên Osmaniya nû û piştgiriya Îxwan El-Musilmîn li herêmê, bihêle û berê xwe bide xîtabeke giştî ku banga aştiyê û avakirina têkiliyên nû û peywendiyên bi dewletan re bike. Yanî guhertin di xîtaba wî de çêbû, ji ber ku bi xeteriyên li ser pêşeroja xwe hesiya."

Nivîskar û rojnamevan Sarkis Kassarjian da zanîn ku lidarxistina hilbijartinên pêşwext ji bo Erdogan re tê wateya xwekuştina siyasî.

Piştî boykotkirina siyasî ya deh salan, Tirkiye û Îmaratî çend peymanên bazirganiyên îmze kirin û ev jî piştî serdana mîrê Ebû Zabî Şêx Mihemed Bin Zayid û hevdîtina bi Erdogan re ku 24`ê Mijdarê pêk hat.

Peyman û muzekere di warên bazirganiyê, enerjî, jîngeh û îstismarê de hatin kirin. Ebû Zebî jî sendokek bi qîmeta deh milyar dolar vekir da ku piştgiriyê bide projeyên li Tirkiyê.

Têkildarî ku ev peyman dê Tirkiyê ji aloziya aborî xelas bikin, Sarkis Kassarjian ev nirxandin kir: "Ev peyman, Tirkiyê ji aloziya aborî dernaxin û mirov dikare wê wekî alîkariyeke aborî bi nav bike. Lê ne wekî îstismarkirinê ye ku dikare aboriya Tirkiyê di şevek û rojekê de ji aboriyeke kambax veguherîne aboriyeke baş."

Sarkis Kassarjian destnîşan kir ku hewcedariya dewleta Tirk bi hejmareke mezintir a şirîkên sermayedarî heye mîna Îmarat û Qeter û wiha domand: “Niha bi Siûdiyê û Misir û dewletên Ewropayê û heta bi DYA`yê re van hewldanan dike. Ev yek ne tenê baweriya sermayedarên biyanî xurt dike ku derbasbûna Îmaratê ji sûka Tirkiyê re paldanekê dibînin ku şertûmercên siyasî û ewlehî ber bi istiqrarê ve biçin. Lê belê dê bifikirin ku vegerin sûka Tirkiyê. Lê ev îstîsmar, ev peyman û bi dehan milyar dolar, bi xwe aboriya Tirkiyê xilas nake, ji ber ku ne hîba ne û ne jî alîkarî ne lê belê ev îstîsmar; plansaziyên demdirêj in û ji bo pêkanîna wê dem dixwazin. Bandora wê ne bi qasî ku behsê tê kirine. Ew ne hîba ne mîna ku Qeter û hikumeta Lîbyayê alîgirê Tirkiyê beriya niha kirine. Ev pere dê bi lez aboriya Tirkiyê geş neke."

ꞌZÛ BI ZÛ NAYÊ ÇARESERKIRINꞌ

Nivîskar û rojnamevanê pisporê kar û barên Tirkiyê Sarkis Kassarjian wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Aboriya Tirkiyê di demeke kurt de geş nabe. Hikumet ji ser gelek gavên xwe vegeriye, ji avakirina têkiliyan bi dewletên Kendavê û dewletên Ewropayê re bigire heta bigihêje axaftina wê ya sifir pirsgirêkan ku berê Tirkiyê bi wan re dijminatî dikir. Lê ji bo çareserkirina aloziya aborî, salên dirêj dixwaze."

 (fr-eh)

ANHA