​​​​​​​Şaredariya Gel a Dirbêsiyê projeyên 2022'an eşkere kirin

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê ya girêdayî Hesekê projeyên herî girîng ên sala 2022'an û projeyên heyî yên pêk hatine û yên temam nebûn eşkere kirin.

​​​​​​​Şaredariya Gel a Dirbêsiyê projeyên 2022'an eşkere kirin
​​​​​​​Şaredariya Gel a Dirbêsiyê projeyên 2022'an eşkere kirin
​​​​​​​Şaredariya Gel a Dirbêsiyê projeyên 2022'an eşkere kirin
​​​​​​​Şaredariya Gel a Dirbêsiyê projeyên 2022'an eşkere kirin
​​​​​​​Şaredariya Gel a Dirbêsiyê projeyên 2022'an eşkere kirin
​​​​​​​Şaredariya Gel a Dirbêsiyê projeyên 2022'an eşkere kirin
​​​​​​​Şaredariya Gel a Dirbêsiyê projeyên 2022'an eşkere kirin
​​​​​​​Şaredariya Gel a Dirbêsiyê projeyên 2022'an eşkere kirin
13 kanûn, 2021   10:14
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Ev yek di civîna salane ya Şaredariya Gel a Dirbêsiyê de hat eşkerekirin ku li navenda çand û hunerê ya navçeyê bi beşdarbûna endamên şaredariyê û şêniyên herêmê, hat lidarxistin.

Di civînê de xebatên Şaredariya Gel a Dirbêsiyê û bajarokên wê yên sala 2021'an hatin pêşkêşkirin û rapora salane hat xwendin.

Li gorî raporê; Şaredariya Gel rêya navçeya Dirbêsiyê ya ber bi Hesekê ve bi dirêjahiya 20 kîlometreyan û kolanên sereke ya bajarê Dirbêsiyê bi dirêjahiya hezar û 554 metreyan zifit kir. Rêyên naverasta bajêr ronî kirin, gelek rêyên gund û bajarokan sererast kirin.

Beşdaran kêmasî û astengiyên ku derketine pêşiya şaredariyê nirxandin. Her wiha plansaziyên sala bê danîn.

Hevseroka Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Raziye Ibrahîm behsa lêçûna projeyên ku di sala 2021'an de pêk hatine, kir û got: “Li gorî budceya ku Rêveberiya Xweser ji şaredariyê re veqetadniye, lêçûna projeyên ku îsal pêk hatine gihaşt 154 hezar dolarên amerîkî.”

Şaredarî ji ber kêmbûn û derengmayîna budceya salane, du projeyên sala 2021'an pêk neanîn; avakirina 3 parkan li Dirbêsiyê û sererastkirina rêyên şaxî yên bajêr.

Li gorî Raziye Ibrahîm, şaredarî îsal rastî gelek astengî û pirsgirêkan hatine mîna belavbûna vîrusa koronayê, derengmayîna budceya salane, pirsgirêkên ku di alavan de derdiketin, tunebûna parçeyên yedek.

Têkildarî plansaziyên sala 2022'an, Raziye Ibrahîm ev yek eşkere kir: “Dê kolanên naverasta bajêr û rêyên telef bûne, werin sererastkirin. Dê li bajêr 3 park werin avakirin. Wê projeya kanalîzasyonê li taxa Xerbî were pêkanîn. Em ê hewl bidin.”

Raziye Ibrahîm behsa budceya şaredariyê ya sala bê û lêçûna projeyên plankirî, nekir

Li gorî daneyên dawîn ên meclisa navçeya Dirbêsiyê ku li aliyê bakurê naverasta kantona Hesekê ye, zêdetirî 90 hezar kes tê de bi cihe bûne û zêdetirî 188 gund û bajarok girêdayî wê ne.

(dm)

ANHA