Rêveberiya Xweser a Şengalê saziyên hikumeta Iraqê vekir

Piştî hişyariya duh Rêveberiya Xweser şevê din saziyên hikûmî û yên navnetewî agahdar kir ku dikarin careke din dest bi dewamê bikin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê saziyên hikumeta Iraqê vekir
13 kanûn, 2021   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber êrîşê dewleta Tirk a dagirker ya li dijî rêveberên meclîsa xweser û meclîsên gel, Iraq ne qada hawayî a Şengalê ji êrîşan parast ne jî helwesteke pratîkî li dijî Tirkiye ragihand.

Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir hêzên Iraqê yên li Şengalê ti erkeke xwe ya beramber civaka Êzidî bicîh nayêne û eger wisa berdewam bike, ti wateyeke hebûna wan a li Şengalê nîne. Li ser vê yekê weke hişyarî name ji saziyê hikumî û sivîl ên navnetewî yên li Şengalê re şandibû û gotibû, divê dewamê bisekinînin.

Piştî hişyariya rojekî şevê din Rêveberiya Xweser a Şengalê bi nivîsekî hemû saziyên hikumî û nanvetewî agahdar kir ku dikarin li Şengalê dest bi dewamê bikin.