Civîna sazkirina hevpeymana civakî di roja sêyemîn de ye

Xebatê civîna dawî ya komîteya berfireh a jinûve sazkirina Hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya 3`emîn de didome. Di roja dawî de sîstema rêveberiya herêmî bi rêya meclis, komîn û erkên wan têne nîqaşkirin.

Civîna sazkirina hevpeymana civakî di roja sêyemîn de ye
13 kanûn, 2021   09:18
HESEKÊ

Bi beşdarbûna hemû endamên komîteya berfireh a jinûve sazkirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (157 endam), nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas û saziyên civaka sivîl li herêmê, civîn di roja 3`emîn de li hola Serdem a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewam dike.

Civîn roja şemiya borî dest pê kir. Li gorî hatiye payîn ku civîn dê 3 rojan dewam bike û li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî ye.

Hevseroka Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê û endama komîteya hevpeymana civakî Mizgîn Zêdan ji ANHA`yê re der barê nîqaşa roja sêyemîn a civînê ev agahî parve kirin:" Di civînê de dê sîstema rêveberiyên herêmî, (Meclis, komîn, erkên wan) dê were nîqaşkirin."

Têkildarî civînê Mizgîn Zêdan destnîşan kir ku di civînan de nêrîn û pêşniyar têne nîqaşkirin û piştrast kir ku dibe civîn were dirêjkirin û niha didome heta ku reşnivîsa hevpeymana civakî ya dawî were dayîn.

(bx)

ANHA