Rojnameyên erebî: Pedersen piştî serdana Şamê bi hêvî ye

Rojnameyên erebî yên îro behsa serdana Pedersen ji Şamê re, hilbijartinên Lîbyayê û rewşa Tunisê kir.

Rojnameyên erebî: Pedersen piştî serdana Şamê bi hêvî ye
Rojnameyên erebî: Pedersen piştî serdana Şamê bi hêvî ye
Rojnameyên erebî: Pedersen piştî serdana Şamê bi hêvî ye
13 kanûn, 2021   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PEDERSEN PIŞTÎ SERDANA ŞAMÊ ‘BI HIŞYARÎ’ BI HÊVÎ YE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Nûnerê taybet ê NY`yê yê Sûriyê Geir Pedersen ku dê bi serokê şandeya hikumetê ya komîteya destûrê re bicive, hêviya xwe ji ber agahiyên erênî di pêşeroja nêz de eşkere kir. Ev jî piştî ku desteya biçûk a komîteya destûrê di Cotmeha borî de tu pêşketin bi dest nexist."

Li gorî çapemeniya fransî ku di serdana duh de, derfeta pêşkêşkirina nêzîkatiyên nû ku derfetê bide pêşketinên siyasî piştî diyaloga ku bi dewletên Ereban, Ewropayê û DYA`yê re çêkir, eşkere kir.

Pedersen piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad re, wiha got: "Min serdana hin dewletên Ereban kiriye, nîqaşên kûr di navbera amerîkî û ewropiyan de çêbûn. Ez texmîn dikim ku niha derfet heye da ku lêgerîn ji bo nêzîkatiya ku ez navê "gav bi gav" lê dikim, were kirin. Em bi hêvî ne ku ew diyalog bigihêjin Cinêvê di pêşerojeke nêz de."

Hemû gerên dan û standinê ku NY`yê li Cinêvê di salên borî de li dar xistin, tu pêşketin bi dest nexistin.

Piştî tecrîda ku dewletên ewropî û erebî li ser Sûriyê ferz kir, di dema borî de nîşaneyên başkirina têkiliyên bi dewletên erebî re derketin holê.”

‘MECLISA LÎBYAYÊ DICIVE’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Itîhad El-Wetenî wiha got: "Li gorî berdevkê fermî yê meclisa parlamenteran Ebdullah Belhîq ku meclis îro civîneke fermî li Terablusê li dar dixe da ku geşedanên çareseriya siyasî û geşedanên dawîn ên der barê hilbijartinên li welat de nîqaş bike.”

‘DIJBERÊN QEYS SEÎD LI KOLANAN KOM BÛNE’

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Dijberên serokê Tûnisê Qeys Seîd tevgerên nû li dijî biryarên wî ku dê di Cejna Şoreşê 17`ê Kanûnê de bide, pêk anîn. Dijberan banga însiyatîfa "Welatiyên li dijî derbeyê" ku girêdayî Tevgera El-Nehda ya îslamî ne ku xwepêşandên li dijî Qeys Seîd zêde bikin.”

(bx)