​​​​​​​Malbatên gerîlayan bang li PDK`ê kir ku ji dijminan dûr bikeve

Malbatên gerîlayên HPG`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li PDK`ê kir ku dev ji xiyaneta li dijî Kurdan berde û ji pey siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku dijbertiya gelê Kurd dike, vegere.

​​​​​​​Malbatên gerîlayan bang li PDK`ê kir ku ji dijminan dûr bikeve
13 kanûn, 2021   08:57
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Li dergeha Sêmalkayê ji destpêka Cotmeha derbasbûyî ve çalakiya konvedanê ya li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan ên Herêma Cizîrê, berdewam dike. Di çalakiyê de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûna xwe li hemberî siyaseta PDK`ê nîşan da, di serî de hedefgirtina gerîlayên HPG`ê û radestnekirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê.

Malbatên şehîdan û gerîlayên HPG`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî banga radestkirina şehîdan ji malbatên wan re dikin, her wiha bang li PDK`ê dikin ku nekeve xefika planên dewleta Tirk a dagirker û dev ji derxistina fitneyên di navbera gelê Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê berde.

Têkildarî mijarê Foza Omer xwişka şehîd Remziye Omer, siyaseta PDK`ê ya li dijî Kurdan şermezar kir û got ev yek xizmeta dijminên Kurdan dike û got: "Ma gelo heta kengî dê destê PDK`ê di destê dagirkerên Kurdistanê de be? Li şûna vê yekê divê piştgiriya gelê xwe bike, ji wan gerîla û li dijî çi kesên hewldana tunekirina doza gelê wan dike, li kêleka gerîlayan şerê wan bike. Em ê li bin konê Sêmalkayê heta ji ser vê yekê vegere li ber xwe bidin."

Li aliyekî din jî Cîhan Derwîş a ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ku diya gerîlayeke HPG`ê ye, got: "Li pêşiya konê çalakiyê ku dê heta radestkirina cenazeyên şehîdan û veşartina wan bi merasîmeke layiqî wan berdewam bike, em piştgiriya çalakgeran dikin."

Gulbihar keça Cîhan Derwîş 2014`an li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir û ji lingê xwe birîndar bû, lê piştî hate dermankirin careke din vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî artêşa Tirk li ber xwe dide.

Cîhan Derwîş diyar kir ku dayikên gerîlayan ji bo mafên xwe û mafên gelê herêmê dê her tim li kêleka zarokên xwe yên di nav refên gerîla de, tê bikoşin û wiha dewam kir: "Divê her Kurdek ji doz û neteweya xwe hez dike, li pêşiya konê çalakiyê piştgiriya malbatên şehîdên gerîla bike."

Cîhan Derwîş di berdewamiya gotina xwe de ev pirs kir: "Çawa hikumeta Başûr dikare derbasbûna cenazeyên gerîlayên ji bo zimên û doza xwe şehîd bûne, qedexe bike?"

Cîhan Derwîş bi domdarî got: "HPG bi salan e li Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahiya çiyayên Kurdistanê şer dike, her wiha di demekê de ku hêzên PDK`ê reviyan, li dijî çeteyên DAIŞ`ê jî şer kir û gelê Şengalê ji hovîtiya wan rizgar kir. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dijminên gelê Kurd şer dikin da ku parastina doza xwe û Kurdistanê bikin, ji lew re em bang li PDK`ê dikin ku dûrî xiyaneta li Kurdan bikeve û ji bo doza xwe û radestkirina şehîdan ji malbatên wan ên li Rojava kar û xebatê bike."

Foza Omer jî piştrast kir ku HPG`ê bi armanca rizgarkirina gelan ji komkujî û sûcên der heqê wan pêk tê, şer dike û parastina doz û mafên xwe dikin.

(eh)

ANHA