Li Hesekê turnuveya futbolê ya bi navê "Veger" dest pê kir

Li bajarê Hesekê bi beşdarbûna 8 tîman, turnuveya futbolê ya bi navê "Veger" dest pê kir.

Li Hesekê turnuveya futbolê ya bi navê "Veger" dest pê kir
12 kanûn, 2021   17:02
HESEKÊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi koordîneya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê, turunveyeke futbolê bi navê "Veger" da destpêkirin. Turnuve li stada Muhterifîn a nêzî çerxerêya Sebax a bajarê Hesekê dest pê kir û dê 15'ê Kanûnê bi dawî bibe.

Li gorî serokê komîteya amadekar a turnuveyê Besam Kaço, 8 tîm beşdarî turnuveyê bûne, Dicl, Ciwanên Hesekê, Waşûkanî, Bîra Nûh, Serêkaniyê, Şehîdên Serêkaniyê, Selahedîn, Mîtan.

Turnuve bi axaftina Besam Kaço dest pê kir. Kaço diyar kir ew ku çalakiyên bi bangên li civata navneteweyî berdewam bikin heta ku bikevin tevgerê û dagirekriya Tirk a li bajarên wan bi dawî bikin.

/ar/uploads/files/2021/12/12/162916_dsc_0091-nskhh.webp

Berdevkê koçberên Serêkaniyê, Mehmûd Cemîl jî axivî, spasiya hemû saziyên Rêvebriya Xweser ên ku piştgiriyê didin koçberan, kir û diyar kir vekirina turnuveyê bi vî navî teqezî bi mafê vegerê  li ser xaka xwe ye.

Turunve bi avêtina gogê ji aliyê zarokê bi navê Mihemed Hemîd ve dest pê kir. Mihemed Hemîd di êrişên kîmyewî yên 2019'an ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê laşê wî şewitî bû.

Maça yekemîn a turnuveyê di navbera tîma Serêkaniyê û Tîma Mîtan de hate lîstin. Paşê tîma Ciwanên Hesekê û tîma Şehîdên Serêkaniyê lîstin.

ANHA