Di roja duyemîn de bendên hevpeymana civakî hatin nîqaşkirin

Li Hesekê roja duyamîn a civîna a Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nîqaşkirina bendên sereke yên hevpeyamê, guhertin û zêdekirina hin bendan bi dawî bû.

Di roja duyemîn de bendên hevpeymana civakî hatin nîqaşkirin
12 kanûn, 2021   16:24
HESEKÊ

Civîna dawî ya sazkirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh sibeha li hola Serdem a  Çand û Hunerê ya li Hesekê dest pê kir. Tevahî endamên komîteya berfireh ku ji 157 delegeyan pêk tê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas û saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

15`ê Tîrmeha borî, Rêveberiya Xweser komîteyeke biçûk ji 30 endaman ava kir da ku reşnivîsa hevpeymana civakî amade bike û bi civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîqaş bike. 

Roja duyamîn a civînê bi nîqaşkirina bendên sereke yên hevpeyamê, guhertin û zêdekirina hin bendan bi dawî bû.

/ar/uploads/files/2021/12/12/155450_dsc_0168-28large29.webp

Têkildarî nîqaşên ku di roja duyemîn a civînê de çêbûne, endamê Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Hisên Welo ji ANHA'yê re got: "Di roja duyemîn a civînê de giraniya nîqaşên endamên komîteya berfireh li ser rêgez û bendên sereke yên hevpeymanê, guhertin û zêdekirina bendên wê bi awayekî dirust, lihevhatî û demokratîk bûn."

Welo diyar kir ku dibe ku dema civînê were dirêjkirin da ku beşên meyî yên hevpeyama civakî werin nîqaşkirin.

ANHA