Kongra Star li Başûrê Kurdistanê bi du rêxistinan re civiya

Şandeyek ji nûnertiya Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê  serdana Rêxistina Xanzad a Çandî û Civakê û Rêxistina Dabîn a Geşkirina Demokrasî û Mafên Mirovan kir.

Kongra Star li Başûrê Kurdistanê bi du rêxistinan re civiya
12 kanûn, 2021   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Kongra Star ji endama rêveber a kongreyê Leyman Şiwêş, endamên desteya rêveber a nûnertiya Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê Silava Silêman û Dilvîn Ehmed  pêk dihat. Şande ji aliyê gerînendeya Rêxistina Xanzad Lava Mihemed û berpirsa beşê projeyan a rêxistinê Vetîk Kemal ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de xebatên Kongra Star, sîstema wê, mekanîzmeya rêxistinkirina jinan, rola jinan di şoreşa Rojava de di hemû qadan siyasî, rêveberî, dîplomasî û parastin de hatin şîrovekirin. Her wiha hate gotin, divê têkilî di navbera saziyên civaka sivîl, tevger û rêxistinên jinan ên li ser asta cîhanê û Kurdistanê bi taybet de werin pêşxistin.

/ar/uploads/files/2021/12/12/170221_kongra-star.webp

Berpirsa Rêxistina Xanzad diyar kir ku rêxistina wan bi mafên jinan û parastina wan ve mijul dibe û ji bo pêşxistina rola wan di hemû qadan de dixebite.

Her du aliyan girîngiya xurtkirina têkiliyan û xebata hevbeş  di navbera Rêxistina Xanzad û Kongra Star de destnîşan kirin.

Her wiha behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan li herêmên dagirkirî hatin kirin.

Di heman çarçoveyê de, nûnerên Kongra Star ên Başûrê Kurdistanê serdana Rêxistina Dabîn a Geşkirina Demokrasî û Mafên Mirovan a li Silêmaniyê kirin. Şande ji nûnera Kongra Star Leyman Şiwêş, endama desteya rêveber a nûnertiya kongreyê ya li Başûr Silava Silêman, nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûrşan Hisên û endama Desteya Rêveber û Nûnertiya Rêveberiya Xweser Zehiya Al Reşî pêk hat.

Endamên şandeyê ji aliyê seroka rêxistinê Dilsoz Zengena ve hate pêşwazîkirin. Di hevdînê de  mekanîzmeya kongrê, girîngiya beşdarkirina hemû jinan di hemû qadan de, rewşa jinên li Rojava û Bakurê Kurdistanê hatin nîqaşkirin. Her du aliyan teqezî bi girîngiya xurtkirina têkiliyan û xebata hevbeş kirin.

ANHA