Êzidiyên li Şehbayê bi çalakiyekê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Şengalê da

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê ûYekitiya Jinên Êzidî yên Rojava bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk  ên li dijî êzidiyên li Şengalê şermezar kirin.

Êzidiyên li Şehbayê bi çalakiyekê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Şengalê da
12 kanûn, 2021   16:05
ŞEHBA

Bi dehan endamên saziyan, yekitiyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî li kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn.

Beşdaran alên Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê ûYekitiya Jinên Êzidî yên Rojava, wêneyên têkoşerên êzidî Zekî Şengalî, Zerdeşt Şengalî, Seîd Hesen û Merwan Bedel yên ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne, vekirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir, piştre hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Eyşe Sîdo bombebarana rejîma Tirk ya li ser Şengalê şermezar kir û got: "Ev ne cara yekemîn e ku artêşa Tirk  a dagirker sûcan li dijî welatiyan pêk tîne."

/ar/uploads/files/2021/12/12/141040_aaeshh-sydw.webp

Eyşe Sîdo diyar kir ku piştî çeteyên DAIŞ`ê di qirkirina civaka êzidî de bi bin ket, Tirkiyê planên dagirkerane pêk tîne û hewl dide tola binketina DAIŞ`ê rake,  ji lew re bêserûber Şengalê bombebaran dike û rêveber û welatiyan li wir dike hedef.

/ar/uploads/files/2021/12/12/141023_hnanh-nasrw.webp

Li aliyekî din jî endama Yekitiya Êzidiyan  a Kantona Efrînê Henane Nasiro axivî û êrişa dagirkeriya Tirk a bi balafirên bêmirov a ji dijî erebeya Merwan Bedel û şehîdxistina wî şermezar kir û wê wekî sûcê li dijî mirovahiyê û civaka azad bi nav kir.

/ar/uploads/files/2021/12/12/141007_hnan-sydw.webp

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Henan Sîdo axivî û wiha got: "Dagirkeriya Tirk hewl dide Mîsaqa Millî zindî bike, ji lewma rojane Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û li dijî welatiyan hovîtrîn sûcan dike. Ji wan sûcê li dijî malbata Gulo û li Şengalê jî derheqê hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel."

Henan Sîdo bang li rêxistinên mirovî û hiquqî kir ku bi erka xwe ya mirovî rabin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd û civaka êzidî bi taybet bi dawî bikin.

Çalakî bi sloganên "Bijî berxwedana Şengalê û na ji sûcên dagirkeriya Tirk re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA