​​​​​​​MSD’ê li Finlandiyayê gelek hevdîtin pêk anîn

Şandeya MSD'ê li Finlandiyayê hevdîtin bi wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê, nûnerê taybet ê Finlandiyayê balyoz Yossi Tanner û gelek parlementer, siyasetmedar û saziyan re pêk anîn.

​​​​​​​MSD’ê li Finlandiyayê gelek hevdîtin pêk anîn
12 kanûn, 2021   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê Becca Havesto li avahiya wezareta karên derve ya li Helsinkî pêşwaziya şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) kir. Her du aliyan wê re rêbazên çareserkirina krîza Sûriyê gelek dosyayên dîtir nîqaş kirin.

Li gorî malpera MSD’ê, şandeya MSD’ê ji Seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed, Hevserokê Desteya Rêveberiyên Şaredarî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Omer pêk tê.

Di civînê de xebata siyasî û pêkanîna çareserkirina krîza Sûriyê li gorî biryarên neteweyên Yekbûyî û rola komara Finlandiyayê di vê derbarê de hatin nîqaşkirin.

Her wiha dosyaya mirovî û derbaskirina alîkariyan cihekî girîng girt. Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê Becca Havesto diyar kir ku divê alîkariyên mirovî bi rêya sînor bigihînin Bakur û Rojhilatê Sûriyê û divê li tevahî erdnîgariya Sûriyê jî werin belavkirin.

Ji dosyayên hatine nîqaşkirin, dosya kiryar û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî û gefên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya qutkirina avê ji ser zêdetirî milyonek şênî û qutkirina ava çemê Firatê bûn. Her wiha Becca Havesto da zanîn divê NY’yê li gorî van dosyayan tev bigere.

Têkildarî modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê kêfxweşiya welatê xwe bi vê pêşketina li parçeya Sûriyê anî ziman, bi taybet têkildarî rola jinan û hevkariya wan di tevahî aliyan de.

Beşa perwerdê û meteryalên xwendinê yên Rêveberiya Xweser di nîqaşên MSD’ê û Wezareta Karên Derve ya Finlandiyayê de cihekî girîng girt. Her du aliyan rêbazên pêşxistina qada perwerdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku ji hêla saziyên perwerdê yên navneteweyî ve were naskirin, nîqaş kirin.

Li gel hevdîtina bi Wezareta Karên Derve ya Finlandiyayê re, şandeya MSD’ê bi nûnerê taybet ê Finlandiya balyoz Yossi Tanner û gelek parlementer, siyasetmedar û saziyên finlandî yên xwedî girîngî re pêk anîn.

Komara Finlandiyayê ji dewletên girîngiyê dide şerê terorê, çareserkirina bandorên wê û piştevaniya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di Kanûna 2020’an de şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Finlandiyayê bi serokatiya nûnerê taybet Yossi Tanner serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi MSD û berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

(fr)