Êrişên li ser Şengalê li Helebê hatin şermezarkirin

Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê şermezar kirin û gotin, dewleta Tirk bi van êrişan tola binkeftina DAIŞ'ê hiltîne.

Êrişên li ser Şengalê li Helebê hatin şermezarkirin
12 kanûn, 2021   15:44
HELEB

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel û avahiya Meclisa Gel a Xanesorê  şermezar kir.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên meclisê û saziyên sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê endamê meclisê Azad Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniya meclisê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî tevahiya Kurdistanê, nexasim êrişên dawî yên li ser Şengalê hatin şermezarkirin. Her wiha bal hate kişandin ser armancên dewleta Tirk ji hedefgirtina kesayetên siyasî û sivîl ên ku bi fikirê neteweya demokratîk bawer in  û hate gotin: "Dewleta Tirk bi hedefgirtina Kurdan bi giştî û civaka êzidî bi taybet, dixwaze fikirê wan ê demokratîk têk bibe û hemleyên qirkirinê yên ji beriya sedên sal ve berdewam bike da ku vîna Kurdan bişkîne."

Di daxuyaniyê de êrişên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê hatin bi bîrxistin û wiha hate domandin: " Çeteyên DAIŞ'ê jî êrişên qirkirinê birin ser Şengalê. Ev yek dide diyarkirin ku fikirê DAIŞ'î û yê dewleta Tirk lihev hatine. Her duyan êrişên qirkirinê birin ser êzidiyan. Ji ber ku dewleta Tirk di têkbirina DAIŞ li Şengalê de xeterî û gefan li ser projeya xwe ya millî û îxwanî dibîne."

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin û êrişên dewleta Tirk rawestînin.

Piştî xwendina daxuyaniyê beşdaran sloganên "Bijî berxwedana Şengalê" berz kirin.

(eh)

ANHA