85 roj derbas bûn, hîna jî kujer nehatine eşkerekirin 

Vê hefteyê jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê li taxa Çarçira kom bûn û daxwaza eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî Serhed kirin.

85 roj derbas bûn, hîna jî kujer nehatine eşkerekirin 
10 kanûn, 2021   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 17’ê îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker. Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) 17’ê Îlonê serê sibehê saet di 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hat gulebarankirin û şehîdxist.

Ev 85 roj in di ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) re derbas bûn. Lê hîn jî kujer nehatine girtin. Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê di 10’ê Cotmeha 2021’an de bi daxuyaniyekê ragihandibû heya kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, ewê her hefte li cihê Şukrî Serhet lê hatî qetilkirin, çalakî li dar bixin. Çalakiya yekem di 17’ê Cotmeha 2021’an de destpê kiribû.

Îro jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin kombûn û çalakiyek lidarxistin. Çalakî di hefteya 10`emîn de ye.

Li cihê bûyerê daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin; “Ev 85 rojin bi ser şehîdxistina şehîd Şukrî re derbaz dibin, lê heya niha derbarê kujeran de ti agahiyek nehatiye belavkirin. Em bêdengî û bê helwestiya desthilatê, bi tundî şermezar dikin. Em ji saziyên ewlekariyê û rêveberiya herêmê dikin da ku belgeyan ji bo raya giştî eşkere bkin. Nebin hevkarê sûcê xiyanetkara û xwefiroşan. Bêdengî û çavgirtin, alîkarî û nokeriya ji bo dijmine.”