Nivîskarê filistînî Sair Nofel: Divê têkiliyên Kurd û Ereban werin xurtkirin

Nivîskar û rojnamevanê filistînî Sair Nofel Ebû Etêwî diyar kir ku têkiliyên Kurd û Ereban têkiliyên kevnar in û divê werin xurtkirin.

Nivîskarê filistînî Sair Nofel: Divê têkiliyên Kurd û Ereban werin xurtkirin
10 kanûn, 2021   08:44
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Nivîskar û rojnamevanê filistînî Sair Nofel got, têkiliyên Kurd û Ereban ji dema Selaheddîn Eyyûbî ve hene û ev têkilî li ser bingeha jiyana hevbeş çêbûne.

Nofel der barê têkiliyên Ereb û Kurdan de ku hin caran ji ber bêaramiya rewşa siyasî ya Ereban tê de dûrketin çêdibû, diyardeyeke xwezayî ye û bandorê li cewhera têkiliya Kurd û Ereban nake.

Nofel piştrast kir ku divê tevahiya kesayetên siyasî, çandî, civakî û ragihandinê bi berpirsyariyên xwe rabin. Ev jî bi rêya piştgiriya daîm û aktîf a aliyan e ku bi awayekî berpirsyarane nêzî Kurdên azadîxwaz bibin. 

Nofel destnîşan kir ku ev yek bi rêya xurtkirina hemû awayên têkiliyan çêdibe da ku dozên mirovî bi ser bikevin û ne tenê têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de xurt bibin.

Rojnamevan û nivîskarê filistînî wiha got: "Li ser vê yekê û bi awayekî lezgîn di hemû rêbaz û dezgeh û qadên cuda yên sazî û kesayetan de divê têkiliyên Kurd û Ereban werin xurtkirin û bigihînin armancên siyasî, civakî û mirovî. Ji lew re divê hin wesiyetên ku ez di serî de wek mirov û dûre nivîskar û rojnamevan dibînim girîng in, di ber çavan re werin derbaskirin:

- Derxistina doza Kurdan ber ronahiyê, ev jî bi rêya berdewamkirina kar û aktîfkirina di hemû waran de pêk tê, da ku serkeftin misoger bibe.

- Divê têkiliyên bi hemû alî, sazî û kesayetên bibandor re werin xurtkirin, da ku doza Kurdan were çareserkirin. Ev jî bi rêya nasnameyeke neteweyî ye.

- Divê civîn ji kesayet û saziyên dûrî cîhana dijîtalê re werin lidarxistin da fikir û nameya mirovahiyê, exlaq û siyaset û ragihandinê bigihêje gelê Kurd.

- Divê saziyeke serbixwe were avakirin û hemû çand û neteweyan bigire nava xwe û parastina birayên xwe yên Kurd bigire ser xwe û destekê bide mafên wan ên rewa heta ku bi dest bixin.

- Divê rasterast peywendî di navbera rewşenbîr û kesayetên civakî, siyasî û ragihandinê de yên girîngiyê didin doza Kurdan, çêbe da ku plansazî û bernameyên bi armanca ronîkirina doza Kurd werin danîn.”

(eh)

ANHA