​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîl zêdetirî nîvê baregehên Îranê yên li Sûriyê rûxandin

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa Sûriyê, têkiliyên Tirkiye û Almanyayê û rewşa Lubnanê de nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîl zêdetirî nîvê baregehên Îranê yên li Sûriyê rûxandin
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîl zêdetirî nîvê baregehên Îranê yên li Sûriyê rûxandin
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîl zêdetirî nîvê baregehên Îranê yên li Sûriyê rûxandin
10 kanûn, 2021   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RAPOREKE ÎSRAÎLÊ: ZÊDETIRÎ NÎVÊ CEBILXANEYA ÎRANÊ YA LI SÛRIYÊ HAT RÛXANDIN’

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Malpara Walla ya Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên ji Til Evîvê, ragihand ku Îsraîlê rêjeya ji sedî 75 a cebilxaneya Îranê ya li Sûriyê rûxandiye. Her wiha pergala parastinê li hemberî hêzên Îranê yên li Sûriyê û rejîma Sûriyê heta radeyeke mezin xurt kiriye.

Li gorî rayedaran, cebilxaneya wêranbûyî, ji milîsên alîgirên Îranê û komên Îranê yên li Sûriyê û Hizbullaha Lubnanê re dihatin şandin. Gelek ji wan li Îranê hatine biçêkkirin û bi awayekî qaçax bi rêyên bejahî, asîmanî û deryayî şandine Sûriyê.

Sêşemê Îsraîlê barekî çekên Îranê li bendera Lazîqiye li nêzî baregeha Himêmîm bombebaran kir ku ji pergaleke hewayî ya pêşketî pêk dihat. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) çarşemê ragihand ku Îsraîlê rasterast barekî çekên Îranê li qada konteyneran a li benderê kir hedef. Di encamê de teqînên mezin rû dan û zirarên madî çêbûn.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ev cara yekemîn e Îsraîl bendara sereke ya Lazîqiye dike hedef.

Di salên borî de Îsraîlê bi sedan derbeyên hewayî li Sûriyê li dijî baregehên artêşa Sûriyê bi taybet ên Îran û Hizbullahê pêk anîn.”

‘DEWLETA TIRK LI BENDÊ YE KU HIKUMETA NÛ YA ALMANYAYÊ HIŞKTIR BE’

Girêdayî têkiliyên Tirkiye û Almanyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Çûyîna Angela Merkel, ji bo Tirkiyê astengiyeke mezin e. Bi erkdarkirina Toly Olaf Schulz re wek şansolye, Tirkiyê bi fikar e ku siyaseta derve ya Almanyayê li gel hikumeta nû ya Almanyayê dê çawa be. Çavdêr piştrast dikin ku hikumeta nû dê bi Enqereyê re hişktir be.

Partiya Keskan heta niha bang dike ku lihevkirina penaberan bi dawî bibe. Ruxmî ku ev lihevkirin di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de hatiye îmzekirin û Merkel tev li dan û standinan bû û piştgiriya îmzekirina wê kir.

Li gorî çavdêran, hebûna Partiya Keskan di îtîlafa desthilata Almanyayê de dê di gelek dosyayan de bandorê li Tirkiyê bike ku karî xwe ji cezayên Ewropayê xilas bike.

Balyozê berê yê Tirkiyê yê li Fransayê Uluç Ozulker got divê hikumet realîst bin, çûyîna Merkel ji bo Tirkiyê windahiyeke mezin e.

Çavkaniyan destnîşan kir ku tê payîn hikumeta nû têkildarî dosyayên mafên mirovan, serdestiya qanûnê û azadiyên kesayetî hesastir be.”

‘KARESATA BEYRÛTÊ LI HEMBERÎ DOZEKE SIYASÎ YA NÛ YE’

Li ser rojeva Lubnanê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Di demeke wiha de ku desthilata Lubnanê di doza dadger Tariq El-Bêtar de li hemberî zagon û edaletê disekine, El-Bêtar ji nû ve dest bi erka xwe kir. Di vê çarçoveyê de name û hevdîtin pêk anîn. El-Bêtar careke din dest bi lêpirsînê kir û dîrokên nû ji bo kesên doz li wan hatine vekirin, diyar kirin.

Li aliyekî din jî hin “Hêzên 8`ê Adarê” û di serî Hizbullah, amadekariyên ji nû ve destpêkirina êrişên xwe yên zagonî li dijî El-Bêtar dikin.

Li gel vê rewşê, hate ragihandin ku El-Bêtar dê di çend saetên pêş de tedbîrên xwe dewam bike û dîrokên nû ji bo lêpirsîna siyasetmedar, fermandarên leşkerî û ewlehiyê yên doz li wan hatiye vekirin, diyar bike. Her wiha dê di demeke nêz de wêneyên ku Rûsyayê ji asîman ve kişandine yên teqîna li bendera Beyrûtê, wergire. Di heman demê de Tevgera Emel û Hizbullah ên şîe, êdî tenê dikarin destê xwe deynin ser meclisa wezîran da ku rûniştin neyê lidarxistin.”

(şx)