Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Şêniyên Dêrazorê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
9 kanûn, 2021   16:24
DÊRAZOR

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Bajarokê Siwer a gundewarê rojavayê Dêrazorê ber bi çerxerêya Şehîdan ve dest pê kir. Nûnerên meclisên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriyê re", "Êrişên Tirkiyê ya Osmanî sûcekî şer li dijî mirovahiyê ye ", "Ji bo Sûriyeke azad û pêşeroja neteweya demokratîk em banga azadiya rêber Ocalan dikin" û wêneyên şehîdan rakirin.

Beşdaran sloganên "Bimire Erdogan","Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Azadî ji Ocalan re" berz kirin.

Meş li çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê û li wir endama Komîteya Jinan a Bajarokê Siwer Mûradî Ehmed daxuyanî xwend û got: "Em êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û dibêjin em teslîm nebûne, lê belê israra me ya li dijî dijmin xurttir bû û em yekitiya xak, gelê xwe û sekna li dijî dijminên li ser xaka xwe piştrast dikin."

(eh)

ANHA