Pêkhateyên Hesekê li dijî êrişa li ser Şengalê meşiyan

Pêkhateyên kantona Hesekê şehîdxistina hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merewan Bedel şermezar kirin û gotin, armanca êrişa dawî ya li ser Şengalê ew e ku îradeya gelên Kurdistanê tune bikin.

9 kanûn, 2021   16:07
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê, navçeyên Dirbêsiyên, Til Temir, Hol, Şedadê, kampa Serêkaniyê bi hezaran kes daketin qadan û êrişa li ser Şengalê û şehîdxistina hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şeremzar kirin.

Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Merwan Bedel, ala PKK`ê, ala PYD, ala Meclisa Malbatên Şehîdan, pankartên bi nivîsa "Duh DAIŞ`ê li Şengalê şer dikir îro jî Erdogan, Mesûd Barzanî û Mistefa El-Kazimî ne", hatin hildan.

Meşa li bajarê Hesekê ji pêşiya bexçeyê rêber APO yê li taxa Nasra dest pê kir û ber bi çerxerêya Cûdî ve çû. Li navçeya Dirbêsiyê jî meş ji pêşiya navenda  Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest pê kir û deriyê ketina navçeyê yê rojava bi dawî bû. Li Til Temirê jî meş ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li qada kolana Filistînê bi dawî bû.

Şêniyên navçeya Şedadê ya başûrê Hesekê jî ji pêşiya navenda meclisa navçeyê dest bi meşê kir û ber bi qada Mizgefa Mezin ve çûn. Li Holê meş ji pêşiya navenda meclisa navçeyê dest pê kir û ber bi deriyê ketina bakurê navçeyê ve çû. Meş veguherîn mitîngê. Di mitîngan de axaftin hatin kirin.

Di mitînga li Hesekê de, ji rêveberên Kongra Star a bajarê Hesekê Wesif Şebût axivî û êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û  Şengalê şermezar kir.

Wesif Şebût destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker her kesê ku parastina warê xwe û destkeftiyên gelê xwe dike dike hedef û got, ev êriş berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Her wiha Hevserokê Meclisa Navçeya Bakur a bajarê Hesekê Remedan Fetah jî got, êrişên dewleta Tirk ên li dijî kesayetên welatparêz ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveberên Şengalê û Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Remedan diyar kir ku rizgarkirina Şengalê û damezirandina YBŞ`ê û rêveberiya wê hêrsa aliyên dijberî gelên Kurdistanê rakir.

Li navçeya Til Temir jî endamê PYD`ê Mihemed Baqî Kûtê diyar kir ku dîroka dewleta Tirk bi sûcên li dijî gel û pêkhateyan tê naskirin, hê jî sûcên wê didome nexasim li dijî civaka êzidî û di çarçoveya êrişên DAIŞ`ê li ser herêmên Başûrê Kurdistanê.

Kûtê bang li hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih, serdestiya axa xwe biparêzin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî êzidiyan rawestînin.

Her wiha endama Kongra Star a navçeya Şedadê Intîsar Erabî di çalakiyeke protestoyî ya şêniyên navçeyê de, êrişên hovane dewletên Tirk û sûcên wê yên li sivîlan û Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê şermezar kirin.

 Intîsar Erabî bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tikr bi rûreşiyeke di dîroka mirovahiyê de bi nav kir û got: "Ev bêdengî derfetê dide ku mafên êzidiyên li Şengalê werin binpêkirin."

Di heman çalakiyê de endamê Meclisa Herêmên Başûr Elî Xeşman diyar kir ku sûcên dewleta Tirk ên niha ne nû ne û wiha domand: "Berê jî di gel bêdengiya navneteweyî de sivîl, nexweşxane bi hicetên nerast kirin hedef. "

Her wiha hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir axivî û got: “Şehîdxistina Merwan Bedel berdewama fermana 74`an e. Bi şehîdxistina wî dixwazin rêveberiya li Şengalê tune bikin.”

Rustem Bekir wiha domand: “Dewleta Tirk hertim civaka êzidî ya li Şengalê dike hedef, nexasim piştî ku li hemberî DAIŞ`ê bi ser ketin. Her wiha rêveberiyên wê jî dike hedef da ku dîroka vî gelê tune bike.”

Rustem Bekir piştrast kir ku îro li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina êrişan û topbarankirina domdar a li dijî êzidiyan li Şengalê, gel daketin qadan. Her wiha diyar kir ku ev meş bi xwe peyameke ji dijminên gelê kurd re ye û asta berxwedana kurdistaniya ji bo jiyaneke azad û aştiyane rave dike.

Di çalakiya li Holê de bi navê rûspiyên Holê, Esad El-Zahir axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên l dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê şermezar kirin û piştrast kir ku ew piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD`ê dikin.

Endamê Meclisa Navçeya Hol Emar Mûsa destnîşan kir ku êrişên li dijî êzidiyan berdewama projeya dewleta Tirk a dagirker e ku nikarî bi rêya DAIŞ`ê sala 2014`an pêk bîne.

Bi heman mebestî li koçberên Serêkaniyê  yên li kampa Weşûkanî û Kongra Star a Hesekê daxuyaniyek da.

 Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê aştîxwaz ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Şengalê bi taybet şermezar dikin. Şehîdxistina Merwan Bedel, îsbat dike ku dewleta Tirk sponseriya terorê dike. Ji ber ku hemwextî wê êrişê, DAIŞ`ê êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê kir.

 Herwiha bang li rêxistinên li cîhanê hate kirin ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî êzidiyan bigire ku di dîrokê xwe de rastî qirkirinan hatiye.

(bx-şx)

ANHA