Nivîskarekî filistînî: Divê Ewropa zextên cidî li Tirkiyê bike

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê filistînî Mihemed Ebû Mihadî diyar kir bêyî girtina tedbîr û cezayan li hemberî Tirkiyê daxuyaniyên Yekitiya Ewropayê bê qîmet in. Her wiha bang li Yekitiya Ewropayê kir ku zextên cidî li rejîma Tirk bike heta ku mafên Kurdan nas bike.

Nivîskarekî filistînî: Divê Ewropa zextên cidî li Tirkiyê bike
8 kanûn, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Li ser daxwaza parêzerên rêber Abdullah Ocalan a ku sala 2014'an pêşkêş kiribûn, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di dema civînên xwe yên 29’ê Mijdarê û 2’ê Kanûnê de li ser dosyeyeke derbarê Îmraliyê jî sekinî. Komîteya Wezîran got, ji ber di mevzûata Tirkiyê de mekanîzmaya lêkolîna cezayê girtîgehê ya muebeta girankirî de tune, ev doz têkildarî pêşîlêgeirtina miameleya xerab e. Komîteyê ji rayedarên Tirkiyê xwest ku têkildarî pêşketinên di warê pêkanîna tedbîrên giştî de divê heta Îlona 2022’an agahiyan bide.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) 5'ê Kanûnê di daxuyaniyekê de, banga xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Biryara ji aliyê Komîteya Wezîran ve hatiye dayîn, li gel têkoşîna hiqûqî ya ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, serketineke hevgirtî ye."

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê filistînî Mihemed Ebû Mihadî got, Yekitiya Ewropa derbarê Kurdan de gelek daxuyaniyan dide, lê piranya daxuyaniyan tenê gotin dimînin.

Ebû Mihadî bi domdarî got: "Heger Yekitiya Ewropa tedbîr û cezayan negirin û rejîma Tirk neçar nekin ku mafên gelê Kurd nas bike û sûcên xwe domandar ên bi salan û hedefgirtina fermandar û partiyên kurdan, di nav de rêber Abdullah Ocalan  bi dawî nekin , daxuyaniyên wê bê qîmet in."

Mihemed Ebû Mihadî diyar kir ku sûcên siyasî yên rêxistinkirî ku Erdogan û hevalbendê wî  pêk tînin dê bidomin û tiştek li pêşiya wan nabin asteng. Ebû Mihadî da zanîn ku rawestandina van sûcan girêdayî şertan ku divê werin peydakirin û wiha pê de çû: " Ji wan şertan; divê hmuxalefeta li Tirkiyê bi hemû cûre û pêkhateyên xwe yekitiya xwe ava bike û xwedî li pirsgirêka kurdî derkevin. Her wiha divê di hundir û derveyî Tirkiyê de têkoşîna siyasî were xurtkirin û çarçoveya piştevaniya cîhanê ya bi doza gelê Kurd re were firehkirin."

Ebû Mihadî di berdewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku helwestên navneteweyî bi kêr in, lê bendewarî û bazarên li ser wan tê kirin bê kêr in,  zilma dîrokî ji ser kurdan nakeve û wiha domand: "Cîhan li hevsengiya hêzan tev digere. Tişta ji gelê Kurd, partî û serokên wan tê xwestin ew e ku li hember dîktator Erdogan hêza xwe çalak bikin, da ku helwestên navneteweyî yên derbarê ferzkirina cezayên cidî li ser sîstema desthilatdar li Tirkiyê de biguhere."

Mihemed Ebû Mihadî destnîşan kir ku berjewendiyên aborî yên Yekitiya Ewropa bi dewleta Tirk re hene, Yekitiya Ewropa tim pesnê vê dewletê dide ya ku bi zêdetirî dosyayekê, di nav de mijara koçberan gefan lê dixe.

Nivîskarê filistînî Mihemed Ebû Mihadî di dawiya axaftina xwe de got: "Navenda yekemîn a guhertinê divê di hundirê Tirkiyê de be, ber bi xistina hevalbenda tirkî di şerê hilbijartinên pêşde biçe, divê çalakiyên siyasî  werin zêdekirin û çarçoveya hevbendî û xebata hevbeş di hundirê welat de werin xurtkirin."

(bx) 

ANHA