Li dijî tugayeke pêşmergeyan êrişeke bi hawanan

Tugaya 10 ya pêşmergeyan a li Pirdê hate topbarankirin. Li gorî agahiyan 4 guleyên hawanê li herêmê ketine, lê zirarên giyanî çênebûne.

Li dijî tugayeke pêşmergeyan êrişeke bi hawanan
7 kanûn, 2021   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku îşev li dijî tugayeke pêşmergeyan ya li navçeya Pirdê ya ser bi Kerkûkê êrişeke bi hawanan çêbû. Li gorî agahiyan 4 guleyên hawanê li nêzî wan ketine.

Berdevkê Polîsan Amir Şiwanî ku agahî da ajansa Rojnews'ê diyar kir ti zirarek giyanî çênebûye û gule ji aliyê gundê Bîralk ku dikeve nêzî bajaroka Şiwan ve avêtine  Pirdê û got, tê texmînkirin êriş ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibe kirin.

Li gorî agahiyan guleyên hawanê li nêzî Tûgaya 10 ya hêzên pêşmerge ketine.