Siyasetmendar û rewşenbîran di panelekê de çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş kir

MSD'ê panelek bi navnîşana "Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê" li Kobanê li dar xist.

Siyasetmendar û rewşenbîran di panelekê de çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş kir
Siyasetmendar û rewşenbîran di panelekê de çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş kir
Siyasetmendar û rewşenbîran di panelekê de çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş kir
Siyasetmendar û rewşenbîran di panelekê de çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş kir
Siyasetmendar û rewşenbîran di panelekê de çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş kir
Siyasetmendar û rewşenbîran di panelekê de çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş kir
7 kanûn, 2021   20:21
KOBANÊ

Panel li hola Firatê ya bajarê Konbanê hate lidarxistin. Gelek siyasetmedar û rewşenbîr beşdarî panelê bûn. Ev panel beriya çend rojan li bajarê Minbicê jî hatibû lidarxistin.

Di panelê de du mijar hatin nîqaşkirin. Di mijara yekemîn de geşedanên siyasî yên li Sûriyê hatin nîqaşkirin û ya duyemîn jî rola rewşenbîran di çareseriya siyasî ya li Sûriyê û avakirina Sûriyeke nû de hate şîrovekirin.

'MSD'Ê PÊŞWAZIYA HER ÎNSIYATÎFEKE ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ DIKE'

Têkildarî mijara yekemîn, Hevseroka MSD'ê Emîne Omer rewşa siyasî û hevdîtinên MSD'ê yên li derveyî welate şîrove kirin.

Emîne Omer diyar kir ku MSD'ê pêşwaziya her însiyatîfekê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dike û hikumeta Rûsya di vê derbarê de gav avêtine.

Emîne Omer got: "Lê ev gav kêm dimînin, diyalogên navxweyî hewcedarî piştevaniya aliyekî din mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye ku di aloziya Sûriyê de xwedî roleke sereke û bingehîn e."

Emîne Omer da zanîn ku hikumeta Şamê heya niha di dîtina formeke çareseriyê û rûniştina li ser maseya diyalogan de ne cidî ye û destnîşan kir ku tevahî civîn û kongreyên ku li derveyê Sûriyê têk çûn, ji ber vîna gelê Sûriyê temsîl nekirin.

Hevseroka MSD'ê Emîne Omer da zanîn ku peywendiyên wan bi aliyên opozisyonê re hene û gelek hevdîtin ji bo nêzîkirina nêrînan hebû. Her wiha anî ziman ku mijar hewcedarî gelek hewldanên din hene û xebatên wan ên di vî warî de berdewam in.

BERXWEDANA GEL PÊWÎST E

Beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Hate gotin ku pêwîst e, diyalog bi hikumeta Şamê û muxalefeta Srûiyê ya li hundir û derve re pêk were da ku çareserî ji aloziyê re were dîtin.

Siyasetmedaran jî girîngiya berxwedana gel destnîşan kirin. Her wiha diyar kirin ku DYA û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe li herêmê tev digerin.

Di mijara duyemîn de behsa rola rewşenbîran di rewşa heyî de hate kirin.

Beşdaran îşaret bi xalên lawaz ên ku li rewşenbîr pê re rû bi rû dimînin ku nikarin roleke avakar di civakê de pêk bînin. Her wiha hate gotin ku divê rewşenbîr nêzî gel be û hêviyên wî nîşan bide.

ANHA