Hevpeymaniya Jinên Başûrê Kurdistanê hate avakirin

Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê avakirina Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê ragihandin.

Hevpeymaniya Jinên Başûrê Kurdistanê hate avakirin
6 kanûn, 2021   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Hewlêrê Rêxistina “Em ji bo Geşepêdana Mirovî”, bi hevkariya Rêxistineke Norwêcê ya bi navê NPA û Encûmena Bilind ya Xaniman, hevpeymaniya jinan ragihand.

Yek ji damêzrînera Hevpeymaniya Jinan Bahar Elî Qadir diyar kir ku Hevpeymaniya Jinan ji jinên çar parêzgehên Başûrê Kurdistanê pêk tên û got: “Piraniya rêxistin û çalakvanên jinan di nava vê hevpeymaniyê de cih digirin. Armanca me ya sereke ya ji vê hevpeymaniyê jî ew e ku em hêza jinan bikin yek û dengê jinan û rêxistinan li hember her rewşeke rû bide bikin yek.  Bi vê yekê wê wekhevî û mafên jinan li Herêma Kurdistanê were mîsogerkirin.”

Her wiha Bahar Elî Qadir da zanîn ku hevpeyman ji bo başkirina rewşa jinan hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Me hevpeyman hem ji bo başkirina rewşa jinan hem jî ji bo çavdêrkirin û pêkanîna yasayên derbarê jin de ava kiriye. Ango em dixwazin bizanin ka wê hikûmet di warê perwerde, xwendin, karkirin û gelek mijarên din de ji bo jinan çi bike?.”