Li gundewarên başûrê Idlibê bombebaran

Balafirên şer ên Rûsyayê 2 caran bajarokê El-Bara yê li herêma çiyayê El-Zawiye yê li başûrê Idlibê bombebaran kir ku baregehên dewleta Tirk lê hene.

Li gundewarên başûrê Idlibê bombebaran
6 kanûn, 2021   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê El-Bara yê çiyayê El-Zawiye yê li başûrê Idlibê balafireke şer a Rûsyayê 2 caran herêma ku nuqte û baregehên dewleta Tirk lê hene, bombebaran kir. Der barê ziyanên mirovî de agahî nehatin bidestxistin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di dema bombebaranê de balafirên şer ên Rûsyayê li ser “herêma bêçek" digeriyan.

(bx)