Rêveberiya xweser li Şedadê firneyeke din vekir

Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye li herêma başûrê Hesekê firneyeke din vekir.

Rêveberiya xweser li Şedadê firneyeke din vekir
6 kanûn, 2021   10:13
HESEKÊ- BASIM DEXÎL

Li ser giliyên şêniyên navçeya Şedadê ya başûrê kantona Hesekê, Komîteya Aboriyê ya navçeya Şedadê ji bo peydakirina nan ji şêniyan re, firneyeke din vekir.

Komîteya Aboriyê dê rojane 4 ton û nîv ji ard radestî firneyê bike da ku pirsgirêka kêmbûna nan çareser bibe.

Firneya nû dê rojane 4 hezar û 200 tûrik nan çêke û nan ji zêdetirî 15 gundên li gundewarên rojavayê navçeyê re peyda bike. Li navçeya Şedadê ev firneya 3’yemîn e tê vekirin.

Berpirsê Komîteya Aboriyê Yasir El-Daxim diyar kir ku nanê firneyê dê bi rêya mutemedên Komîteya Aboriyê were belavkirin da ku barê firneyên din sivik bibe. El-Daxim diyar kir ku dê nan bi rêya komînan bê belavkirin.

(dm)

ANHA