Konferansa Tevgera Mezopotamyayê dest pê kir

Konferansa 7`emîn a Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi dirûşma "Dem dema avakirina çanda neteweya demokratîk e" bi beşdariya 200 delegeyan dest pê kir.

Konferansa Tevgera Mezopotamyayê dest pê kir
6 kanûn, 2021   10:08
QAMIŞLO

Konferans li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo bi beşdarbûna 200 delegeyan tê lidarxistin.

Endamên deste û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyeke QSD`ê, her wiha gaziyên şer beşdarî konferansê bûne.

Di destpêkê de dîwana konferansê ku ji 5 kesan pêk tê, hate hilbijartin. Paşê ji rêveberên komîteya amadekar a konferansê Xelîl Tehlo axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Xelîl Tehlo destnîşan kir ku Tevgera Mezopotamyayê bi saya têkoşîna şehîdan konferansa xwe ya 7`emîn li dar dixe û got: "Ev yek jî ji hemû gelên cîhanê re îsbat dike ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê xwedî li çand û şaristaniya xwe derkevin da ku rastiya çanda hevbeş a herêmê derkeve holê."

Konferans didome.

(bx)

ANHA