Li gundewarê Idlibê erebeyek hat hedefgirtin

Li gundewarê Idlibê li ser rêya Mastûme erebeyek hat hedefgirtin. Nayê zanîn bê kar êriş bi rêya dronan an ji bejahî ve. Tê texmînkirin ku erebe ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker e.

Li gundewarê Idlibê erebeyek hat hedefgirtin
3 kanûn, 2021   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Agahiyên derbarê bûyerê de hîna ne zelal in û nayê zanîn bê kar bi rêya dronê pêk hatiye yan jî êrişeke bejahî ye. Nexasim ku ji saetên sibehê ve balafirên keşfê yên Koalîsyonê li asîmanê herêmê difirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di êrişê de windahiyên canî çêbûne û tê texmînkirin ku erebe girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Idlibê ye.

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bi dijwarî herêmên li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin. Li aliyekî din li bajarokên Sehil El-Xab ê gundewarê bakur rojavayê Hemayê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El-Mubîn pev ketin.

(şx)