Malbatên girtiyên Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatên girtiyên Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
3 kanûn, 2021   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, tevî xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê jî dan.