Konseya Ewropa bang li Tirkiyê kir: Bêyî dereng bikeve biryaran bisepîne

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di biryara xwe ya li ser serlêdana derbarê biryara "Ocalan-2" de, bang li Tirkiyeyê kir ku herî dereng heta dawiya Îlona 2022`an agahiyan pêşkêş bikin.

Konseya Ewropa bang li Tirkiyê kir: Bêyî dereng bikeve biryaran bisepîne
3 kanûn, 2021   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji çavdêrîkirina biryar û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyar e û her ji sê mehan carekê dicive, di navbera 30'ê Mijdar-2'ê Kanûnê de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê civiya.

Komîteyê piştî civîna 3 rojan li ser serlêdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a ji bo rêber Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de jî sekini û nirxand.

HETA ÎLONÊ DEM DA TIRKIYÊ

Komîteyê bi eşkerekirina biryarên civînê xwest ku derbarê hejmara kesên ku di girtîgehê de ne û cezayê muebbetê li wan hatiye birîn, ev hejmara ku ji biryara “Ocalan-2” a li Tirkiyeyê nayê kêmkirin û nayê nirxandin. Komîteyê bang li rayedarên li Tirkiyeyê kir ku herî dereng heta dawiya Îlona 2022'an li ser pêşketinên di pêkanîna tedbîrên giştî de agahiyan bidin.

Komîteyê biryara xwe bi 7 sernavan rêz kir.

Biryarên komîteyê bi kurtî wisa ne

- Ji ber di mevzûata Tirkiyeyê de mekanîzmaya lêkolîna cezayê girtîgehê ya muebeta girankirî de tune, ev doz têkildarî pêşîlêgeirtina miameleya xerab e, divê vê tespîta binpêkirinê hêviyekê nede serlêderan ku wê berdan pêk were û lê divê rayedarên neteweyî li gorî standardên ji aliyê dadgehê hatine diyarkirin ku mekanîzmayeke lêkolînê ava bikin.

- DMME tespît kiriye ku xala 3’emîn a Peymanê ya derbarê şertên girtina piştî dema 17’ê Mijdara 2009’an de a doza Ocalan (No:2) binpêkirin tune, dadgeh li ser serlêdana şertên girtinê mijûl e, ev şertên girtinê ji aliyê Komîteya Pêşîlêgirtina Cezayê yan jî Miameleya Xerab a Dermirovahî û Êşkenceyê ya Ewropayê tê şopandin, di nav van şertan de derbarê şertên girtîbûnê ya serlêderan de tu tevdîreke şexsî ne hewce ye.

- Hatiye diyarkirin ku tevdîrên şexsî vî tiştî girêdayî pêkanîna tevdîrên giştî ne.

- Hatiye diyarkirin ku wekî ku DMME jî diyar kiriye heke mekanîzmayeke lêkolînê were pêkanîn, derfeta serlêdana ji bo berdana bi şert çêdibe, lê heke rayedar bigihêjin wê encamê ku wê ev kes di nav civakê de xetereyê bidomîne, nayê wateya ku wê berdana bi şert teqez pêk were.

- Rayedar ji bo tevdîra li hemberî van binpêkirinên di biryaran de hatine tespîtkirin têra xwe agahî nedane û ji bo ku çarçoveya qanûnî li gorî standarên Dadgehê pêk bînin bang li wan hatiye kirin û hatine teşwîqkirin ku mînakên baş ên reformên dewletên din ên endam in, sûdê werbigirin.

- Di heman demê de derbarê kesên cezayê girtîgehê ya muebet li wan hatiye birîn jî agahî  hatiye xwestin.

- Rayedar ji bo pêşketina pêkanîna tevdîrên giştî divê herî dereng heta dawiya Îlona 2022’an agahiyan pêşkêş bikin.”