​​​​​​​Di êrişa DAIŞ`ê de li Mexmûrê 7 pêşmerge û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Çeteyên DAIŞ’ê li gundên Mexmûrê êriş pêk anîn û kemîn danî pêşiya pêşmergeyan. Di encamê de 7 pêşmerge û 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Di êrişa DAIŞ`ê de li Mexmûrê 7 pêşmerge û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da
3 kanûn, 2021   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li derdora gundên Herêma Mexmûrê dewam dike. Çeteyan duh bi şev li gundê Xidirce yê Herêma Mexmûrê, êrişî xelkê gund kir. Di êrişa ser gund de 3 bira hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn. Piştî bûyerê pêşmerge ber bi gund ve ketin rê.

Çeteyan li ser rêya gundê Nazî Kend yê Herêma Mexmûrê kemîn danî pêşiya pêşmergeyên ku bi hewara xelkê gund ve diçûn. Lê pêşmerge ketin kemîna çeteyan. Li gorî agahiyan di encama kemîna çeteyan de 7 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da di nav de 2 fermandar hene.