Şehîd Hêvîdar : Ez ji bo rizgarkirina xaka xwe tê dikoşim û îro tu dayika lehengan î

Îro çilrojiya şehadeta gerîla Hêvîdar Tirbespiyê ye. Şehîd Hêvîdar Tirbespiyê piştî 6 mehan ji tevlêbûna nava gerîla, peyamek ji malbata xwe re şand û wiha tê de got "Dayika min serê xwe bilind bike, ez li ser xaka Kurdistanê me, di oxira rizgarkirina xak û gelê xwe de li ber xwe didim û tê dikoşim û îro tu dayika lehengan î."

3 kanûn, 2021   07:01
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Lehengeke ku navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdistanê de nivîsiye jî şehîd Ala Xelef (Hêvîdar Tirbespiyê) ye. Ji bo hezkirina ala welatê xwe navê xwe kir Ala. Li ser metoda tevgera azadiyê meşî û di 10’ê Mijdara îsal de gihaşt asta şehadetê.

Têkoşer Ala Xelef di 1’ê Çileya 1999’an de li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê ji dayik bûye û di nava malbateke welatparêz de mezin bûye.

‛MAMOSTE Û RONAHIYA MALBATÊ BÛ’

Şehîd Hêvîdar xwişka 6 keç û 3 xortan e û ji nav wan a 7 ye. Di nava malbata xwe de bi çalak û welatparêz dihat wesifkirin. Wê jî bandoreke mezin di kesayeta wê ya şoreşgerî de kir.

Dayika şehîd Hêvîdar, Xerme Eî li ser zarokatiya keça xwe wiha got: "Şehîd Hêvîdar xwedî exlaq û nêrînên baş bû. xizmet û dostan jê hez dikir. Ji xwişkên xwe re henûn bû. Navê wê ji ala Kurd hatiye. Ji ber ku ji zarokatiya xwe de berpirsiyariya parastina Kurdistanê hilgirt."

Şehîd Hêvîdar mezin bû û pê re hîsa welatparêziyê jî mezin bû.  Şehîd Hêvîdar zarokatiya xwe bi lêgerîna heqîqetê derbas kir û tev li ciwanên şoreşger bû û xwe tê de bi rêxistin kir û fikir ji belav kir.

Beriya wê jî, şehîd Hêvîdar têkoşîna xwe bi temamkirina xwendina xwe berdewam kir. Ji nava xwendekarên refax we ya yekemîn bû. Zanabûn û serkeftina wê hişt ku rastiya Kurdistanê û têkoşîna Kurd ji bo wê nas bike. Her wiha li gorî xwişka şehîd Hêvîdar Rojbîn Xelef, şehîd Hêvîdar di nava xwişk û birayên xwe de dibistan û ronahiya malbatê bû.

Şehîd Hêvîdar bi awayekî mezin bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve girêdayî bû, li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan xew dikir. Her wiha bi destpêkirina çirûska Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de şehîd Hêvîdar Tirbespiyê mîna bi hezaran keç û xortên Rojava tev li nava refên şoreşê bû.

‛WELATÊ ME MÊTINGEH E Û DIVÊ WERE RIZGARKIRIN’

Wê demê di nava dayik û cîraneke wan de axaftinek li ser Ala çêbû û wiha got: "Ala naçe dibistanê. Min jî tu gotin nekir." Lê dema dayik ji Hêvîdar dibpirse, ew wiha dibêje: "Ez jî mîna hevalên xwe me û ji bo welat dixebitim. Em di şoreşekê de dijn û divê em erka xwe pêk bînin. Ji ber welatê me mêtinger e û divê were rizgarkirin."

Şehîd Hêvîdar dewreyeke perwerdê di akademiya fikrî ya ciwanên şoreşger de dît û di Tîrmeha 2013’yan de biryar da ku tev li hêzên gerîla bibe.

‛PEYAMEK JI XAKA KURDISTANÊ’

Malbata şehîd Hêvîdar vebijartina wê ji rêya berxwedan û têkoşîna ji bo welat re pîroz kir û got: "Heta temen buha be, pêdiviya welat bi fedekariyê heye. Heke me ji bo avakirina welatekî azad û serbixwe şer kir, divê em berdêlan bidin heta berdêl kezebên dayikan bin jî."

Piştî 6 mehan ji tevlêbûna Hêvîdar li nava hêzên gerîla, peyamek ji dayika xwe re şand û wiha tê de got: "Dayika min serê xwe bilind bike, ez li ser xaka Kurdistanê me, di oxira rizgarkirina xak û gelê xwe de li ber xwe didim û tê dikoşim û îro tu dayika lehengan e."

Dayika şehîd Hêvîdar, Xerme Elî bi çalakî, pêşengtî û têkoşîna keça xwe ya li çiyayên Kurdistanê serbilind e. Li wan çiyayan ji 43 salan ve têkoşîn tê meşandin.

Şehîd Hêvîdar xwişk û birayên xwe ji bo tevlêbûna li Şoreşa Rojava teşwîq kirin, li ser vê yekê Rojbîn Xelef ev tişt got: "Heke em li ber xwe nedin, kî yê berpirsiyariyê rake. Divê em têkoşîn û berxwedana xwe li hember welat, xak û gelê xwe pêk bnin. Şehîd Hêvîdar digot; divê welatê xwe rizgar û ava bikin û civake exlaq û demokrat tê de maf û erk hene ava bikin."

Şehîd Hêvîdar bû şahidê sûcên li dijî jinê pêk dihatin û hîs kir ku divê tê bikoşe da ku kurdan ji zulm û koletiyê rizgar bike. Her wiha ji ber temenê dirêj ê têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê hestên wê ji dîrok, avakirin, doz, rastî û rizgarkirinê re zêde bû.

Rojbîn Xelef teqez kir ku xwişka wê Hêvîdar bi çeka xwe di nava refên gerîla de li çiyayên Kurdistanê şer kir û wiha got: "Ez ê jî bi pênûsa ji ber ku mamosteya zimanê kurdî me, şer bikim, da ku pêşerojeke ronî ava bikim. Em di vê yekê de xwe dispêrin fikir û felsefeya rêber Ocalan."

‛EZ PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ SILAV DIKIM’

Li aliyekî din jî rojnamevan Pelşîn Bêrîtan a ku serdana çiyayên Kurdistanê kir û li wir şehîd Hêvîdar nas kir wiha daxuyand: "Di kesayeta gerîlayên YJA-Star û tevahî şehîdên ku destanên lehengiyê di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de berxwedana wan li hember artêşa Tirk a dagirker silav dikim."

Pelşîn Bêrîtan ev tişt xuya kir: "Dema em dibînin dijmin tevahî çekên pêşketî û nûjen di êrişên xwe de pêk tîne û hêzên gerîla berxwedaneke lehengane li dijî van êrişan pêk tînin, em hêzê jê werdigirin. Ev jî peyameke redkirina dagirkerî û soza serkeftinê ye."

Di 10’ê Cotmeha îsal de, şehîd Hêvîdar Tirbespiyê piştî berxwedaneke qehremani tevî hevalên xwe li qadên şer li dijî artêşa Tirk a dagirker, gihaşt asta şehadetê.

‛DAGIRKERIYA TIRK LI PÊŞ BERXWEDANA HÊZÊN GERÎLA BI BIN KET’

Şehîd Hêvîdar Tirbespiyê di 2013’yan de tev li nava refên gerîla bû û di 10’ê Cotmehê de li herêma Werxelê tevî hevalên xwe bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk tên hedefgirtin û şehîd dibin. 3’yê Kanûnê jî çilrojiya şehîd Hêvîdar e.

Xerme Elî da zanîn ku hêzên gerîla di oxira rizgarkirina tevahî Kurdistanê de tê dikoşin, ev hêz sembola rizgarkirina Kurdan e. Dewleta Tirk li pêş têkoşîn û berxwedana hêzên gerîla bi bin ket.

Xerme Elî mixabîniya xwe li hember bêdengiya civata navneteweyî ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, nîşan da. Dagirkeriya Tirk 323 caran çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar anîne. Xerme Elî bang li aliyên Kurd kir ku li hember dagirkeriya Tirk hevgirtî bin.

(fr)

ANHA