Rizgar Qasim: Derketina PKK'ê pêngaveke dîrokî ye

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim diyar kir ku berxwedana gerîlayan erşa dewleta Tirk hejand û got: "Tevahî hikumetên Tirkiyê ji hole rabûn, lê berxwedana dîrokî ya li hemberî dijminê herî hov ê kurdan û gelên herêmê berdewam e."

Rizgar Qasim: Derketina PKK'ê pêngaveke dîrokî ye
3 kanûn, 2021   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim anî ziman ku avabûna PKK'ê di sala 1978'an de pêngaveke dîrokî ji bo guhertina rêveçûna dîrokî bû ku sînorek ji siyasetên tirkên terorîst ên bi armanca tunekirina hebûna kurdan li Bakurê Kurdistanê re danîn.

Qasim di hevpeyvînekê de li gel ANHA'yê  destnîşan kir ku avabûna PKK'ê û çirûsaka şoreşê ya sala 1984'an encamên zilm û sûcên li dijî kurdan bûn, her wiha destpêka jinûve nivisandina dîroka kurdan û vejandina rihê berxwedanê û afirandina îradeya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bû. Rizgar Qasim bang li rayederên PDK'ê kir ku daxuyaniyên dijberî gerîlayan nedin.

Hevpeyvîn wiha ye:

Ji 23'yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker êrişên giran li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Di van êrişan de hemû cûreyên çekên giran, di nav de çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi nêrîna we armanc ji van êrişan çi ne?

Belê, ev êrişên faşîzma dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji vê dîrokê dûrtir in. Ji dehên salan ve faşîzma Tirk êrişên hovan pêk tîne û hemû cûreyên çekên giran bi kar anîn û hîna jî bi kar tîne, her wiha çekên kîmyewî yên ku qada navneteweyî de qedexekirî ne, bi kar tîne. Dewleta Tirk a faşîst di vî şerê xwe yê ku ragihandiye hebûna kurdan li her deverê dike hedef. Bi hedefgirtina hêzên gerîla gelê Kurdistanê dike hedef. Ji ber ku baş dizane ku ev hêz an ku gerîla nûnertiya vîna gel dike. Her kes dizane ku armanca yekane ya faşîzmê di kesayeta berxwedana gerîla de tunekirina îradeya gelan e. Hemû siyaset û şerên wê li hemberî berxwedana lehengî ya hêzên gerîla û tevgera rizgariyê bi bin ketin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li Werxelê û Tabûra Ereban bi bin ket û vekişiya. Hûn vê berxwedanê çawa dinirxînin?

Ji sedên salan ve, faşîmza Tirk sal li dû salan radighîne ku serkeftina li hemberî Hêzên Parastina Gel nêzîk bûye. Lê ev yek di çarçoveya şerekî vekirî de tê kirin ku ne tenê şerê leşkerî ye, di heman demê de şerê taybet bi kar tîne ku xwe dispêre derewan. Tê zanîn ku ew di derewan û belavkirina wê de pispor e û armanca wê ji van îdia û derewan şikandina vîna hêzên PKK' ye. Gerîla asta cesareta xwe ya di têkbirina baweriya hikumetên Tirk de ji Tansû Çîller, Mesûd Yilmaz û Silêman Demirel heta Ecevît û îro jî hikûmeta AKP- Erdogan nîşan da.

Berxwedana lehengî ya hêzên gerîla erşa Tirkiyê hejad, hemû hikumetên Tirkiyê yên ku li pey hev hatin, ji holê rabûn, lê berxwedana lehengî ya li hemberî dijminê herî hov ê kurdan û gelên herêmê ma. Van hikumetan çekên herî pêşketî bi kar anîn, lê nikarîn li hemberî derbeyên gerîla bisekiniyan û ji ber vê berxwedanê neçar man ku ji wan herêman vekişin.

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, çi ji hêzên kurdî û gelên Kurdistanê tê xwestin da ku dawî li van êrişan werin?

Dijminahiya tirkan a li kurdan vedigere zêdeyî sedên salan. Tirk ji Asyaya Navîn wekî dagirker derbasî herêmî bûn. Lê gelê Kurd ji dîrokê ve xwediyê xakê ye. Tirk vê rastiyê baş dizanin, ji ber vê yekê em dibînin ku şerekî vekirî li dijî gelê me ragihandiniye. Bi vê yekê bes nedît, lê bi hemû cûreyên leşkerî û aborî  hebûna kurdan dike hedef. Zêdetirî 5 hezar gund li Bakurê Kurdistanê û bi sedan gund li Başûrê Kurdistanê şewitandin, li Rojava jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û Kurd ji niştecihên wan koçber kir, ji wê zêdetir cihên dîrokî  yên ku dîroka kurdan û şaristaniya wan li ser xaka Kurdistanê nîşan dide ku vedigere hezarên salan dike hedef. Ev yek diyar dike ku Tirk dijminê yekemîn ê hebûna kurdan e.

Ji kurdên li tevahî parçeyên Kurdistnaê tê xwestin ku vê rastiyê nas bikin a ku têgehîn dagirkerî derbasî destdirêjî û qirkirinê bûye û li hemberî dijminê ku hebûna kurdan li her deverê dike hedef, yekitiya xwe ava bikin.

Hûn têkoşîna 43'an a PKK'ê çawa dinirxînin û heta niha li ser asta kurdî çi pêk aniye?

Derketina PKK'ê û avabûna wê di sala 1978'an de gaveke dîrokî ji bo guhertina rêveçûna dîrokê bû ku karibe sînorekî ji xeteriyên ji ber siyasetên  terorîst ên Tirkan ên li ser hebûna kurdan û tunekirina wan li Bakurê Kurdistanê re deyne. Nemaze ku avabûna dewleta Tirk li ser destê Ataturk pêk hat ku qirkirin li hemberî şoreşên kurdan li Bakurê Kurdistanê ji şoreşa Agirî heya bi şoreşa Şêx Seîd, Seyid Riza, Şoreşa Dêrsimê pêk anîn, tirkan bi awayekî terorîst û hovane ev şoreş têk birin û bi rêya wê bi salan vîna kurdan şikenandibû, heta ku PKK'ê hate avakirin.

PKK'ê û pêngava çirûska şoreşa 1984'an ji ber zilm û sûcên  li hemberî kurdan derketin û bû destpêka jinûve nivisandina dîroka kurdî û vejandina rihê berxwedanê û jinûve afirandina vîna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, ji  bakur heta başûr û ji rojava heya rojhilat e. Her wiha mîna danîna bingehê pêkanîna destkeftiyan e û jêdera vejandina rihê neteweya Kurdistanê li gel gelê Kurdistanê ye.

Serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê dawiyê daxuyanî da û got ,pirsgirêkên dewleta Tirk bi gelê Kurd re tuneye, lê pirsgirêka wê bi PKK'ê re heye, divê Rojava têkiliyên xwe bi PKK'ê re qut bike ji ber ku ev têkilî Tirkiyê aciz dike. Hûn van daxuyaniyan çawa dinirxînin û bi nêrîna we xizmeta kê dike?

Ne mumkine ku bi xirbalê (bêjingê) roj were rakirin, ev rastiyeke. Ne mimkûn e ku mirov bibêje ku Tirkiye li dijî partiyek Kurd e û ne li dijî partiyek din e. Heqîqeta mutleq ew e ku Tirkiyê dijminê gelê Kurd û hebûna wê li her çar parçeyên Kurdistanê ye, ev rastiyeke nabe nîqaş li ser were kirin. Ez bang li gelê Kurd dikim ku vê rastiyê nas bike. Hefteya borî Wezîrê Parastinê yê dîktator ê faşîst Hulusî Akar got, erdîngariyeke bi navê Kurdistanê tuneye. Herêma Kurdistanê ya bi serokatiyê hikumetê birêz Mesrûr Barzanî di destûra Iraqa federal de tê naskirin. Lê pirsa ku xwe dide der, ma PKK'ê Başûrê Kurdistanê bi rêve dibe an birzê Mesrûr Barzanî û PDK'ê? li vir dixwazin îşaretê bi asta dijminahtiya tirkan a li kurdan bi giştî bikim, lê kurdên qenc ên li gel tirkan ne di nav de ne. Derketina Tirkiyê û dijbertiya wê ya li hemberî referandoma li herêma Başûrê Kurdistanê îsbata herî mezin  a vê yekê ye. Tirk ne tenê dijbertiya PKK'ê dikin bi qasî ku di şexê vê partiyê û berxwedana lehengî dijbertiya gelê Kurd dike.

Tirk û berpirsên wan di serî de Erdogan dijbertiya xwe ya li hemberî Başûrê Kurdistanê û destkeftyên gelê me yên li Başûr veneşartine, herêma Kurdistanê bi navê wê nabêjin, lê jê re dibêjin bakurê Iraqê.  Ev yek asta dijbertiya wê ya li hemberî kurdan bi giştî nîşan dide. Sedam Hisên û hikumeta wî heman siyaset dikirin, digot, em û Kurd bira ne, lê PDK û YNK dijminê me ne. Ji ber vê yekê pêwîst e berpirsên hikumeta herêma Kurdistanê nekevin nava şaştiyên ku xizmeta Erdogan û dijminên Kurdan dikin.

Vê dawiyê ji bo derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" gelek însiyatîf hatin ragihandin. Hûn van însiyatîfan çawa dixwînin?

PKK'ê ne terorîst e û tu carî kiryarên terorî nekiriye. Xistina wê nava "lîsteya terorê" li gorî berjewendiyên navneteweyî pêk hat. Divê bi hemû rê û rêbazan kar were kirin da ku navê wê ji vê lîsteyê were derxistin.

ANHA