ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-12-2021
3 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê di meha xwe ya duyemîn de didome. Malbatên li Sêmalkayê bi biryar in cenazeyên şehîdan hildin û bang li gele Başûr kir ku li dijî PDK’ê rabin û her wiha bang li PDK’ê jî kir ku dev ji xiyanetê berde.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvanên konvedana Sêmalka ev 60 rojin li dijî rehingirtina her du cenazeyên gerilayan xwedî helwest in. Çalakvan li ser rewşa cenazeyên şehîdan bi fikar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îro çilrojiya şehadeta gerîla Hêvîdar Tirbespiyê ye. Şehîd Hêvîdar Tirbespiyê piştî 6 mehan ji tevlêûna nava gerîla peyamek ji malbata xwe re şand û wiha tê de got: "Dayika min serê xwe bilind bike, ez li ser xaka Kurdistanê me, ji bo rizgarkirina xak û gelê xwe li ber xwe didim û tê dikoşim û îro tu dayika lehengan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim diyar kir ku berxwedana gerîlayan erşa dewleta Tirk hejand û got: "Tevahî hikumetên Tirkiyê ji hole rabûn, lê berxwedana dîrokî ya li hemberî dijminê herî hov ê kurdan û gelên herêmê berdewam e." (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn Şaban destnîşan kir ku herêm ‎bi pirsgirêk û metirsiyên cidî  rû bi rû ye û got, çarenûsa Ereb û ‎Kurdan yek e û bi hevgirtina wan dê rê li ber komployan were girtin.   (BI WÊNE).    

- Hevseroka PYD’ê ya Kobanê Nesret Derwîş da zanîn ku her serkeftineke gerîla, ji bo gelê Kurd serkeftineke dîrokî ye û banga xwedîderketina li berxwedana gerîla kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên rêvebr ên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê da zanîn ku hikumeta Şamê hewl dide modela Dera li herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet li Dêrazorê bimeşîne. Wê yekê jî bi rêya belavkirina gotegot, fitne û tevliheviya ewlehiyê pêk tîne û armanca wê têkbirina Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê parlamantoya Iraqê Xalib Mihemed da zanîn ku rêvebertiya nebaş û gendeliya di hikumeta Başûrê Kurdistanê de sedemên penabertiya ji Başûrê Kurdistanê ye. (BI WÊNE).

JIN

- Hunermend Ochy Curiel Pichardo peyama hevgirtin û piştgiriya ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand û diyar kir ku têkoşîna wan ne tenê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê ji bo tevahiya gelên cîhanê ye. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Li Sûdanê darba li pey darbayê çêdibe. Gelê Sûdanê derdikeve kolanan û naxwaze di welatekî wisa de bijî, ew jî piştî xewn bi şoreşa xwe didît û hewl dida pêk bîne, lê hêviyên wî têkçûn û rewşa wî "ne danûstandin...ne hevkarî...ne rewabûn" e. (BI WÊNE).

-ÇAND Û HUNER

- Mihyedîn Ersilan destnîşan kir ku dem hatiye ku şano roleke girîng di danasîna çanda kurdî û zengîniya wê de bilîze û teqez kir ku di nava Şoreşa Rojava de şano gavên pir mezin avêt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA