​​​​​​​Çeteyên DAIŞ’ê êrişê gundekê Mexmûrê kir: 3 kuştî û 4 birîndar

Çeteyên DAIŞ’ê êrişê gundekî yê navçeya Mexmûrê kirin ku di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.

​​​​​​​Çeteyên DAIŞ’ê êrişê gundekê Mexmûrê kir: 3 kuştî û 4 birîndar
2 kanûn, 2021   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê êrişê gundê Xidircê yê girêdayî navçeya Mexmûr a girêdayî parêzgeha Mûsilê kirine. Li wir di encama bersivdayîna şêniyên gund de şer derketiye.

Di encama şerê derketî de 3 sivîl ku her 3 birayê hevdu ne jiyana xwe ji dest didin. Her wiha 4 kes jî birîndar dibin ku 2 ji wan pêşmergeyên PDK’ê ne.

Hêjayê gotinê ye ku herêma şer lê qewimî di bin serweriya hêzên PDK’ê de ye.