Çalakvanên li Sêmalkayê: Divê gelê Başûr li dijî PDK`ê rabe

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê di meha xwe ya duyemîn de didome. Malbatên li Sêmalkayê bi biryar in cenazeyên şehîdan hildin û bang li gele Başûr kir ku li dijî PDK’ê rabin û her wiha bang li PDK’ê jî kir ku dev ji xiyanetê berde.  

Çalakvanên li Sêmalkayê: Divê gelê Başûr li dijî PDK`ê rabe
3 kanûn, 2021   05:16
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve hatiye destpêkirin, di meha xwe ya 2'yemîn de dewam dike.

Çalakvanên li Sêmalkayê bang li PDK'ê kir ku dest ji xiyanetê berde û li hemberî qîrîna dayikan bê deng nemîne û cenazeyên şehîdan radest bike. Çalakvanan bi rêya ANHA'yê nerazîbûn û israra xwe anîn ser ziman.

Endama Rêveberiya PYD'ê ya Qamişloyê Pervîn Cemîl destnîşan kir ku çalakiya konvedanê heta ku bigihêje armanca xwe dê bidome û got: "Em li vir dibêjin; 'Şehîdên me bidin, em dixwazin wan li vir veşêrin'. Heta ku em cenazeyên şehîdên xwe wergirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Pervîn Cemîl bang li gelê Kurd jî kir û got: "Ez bang li hemû Kurdên xwedî şeref û yên ji welatê xwe hez dikin, dikim ku piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Divê PDK dest ji hevkariya dijmin berde. Êdî bes e. Wekî hemû gelan em jî ji bo mafên xwe tê dikoşin, em ji bo şehîdên xwe tê dikoşin. Wek jineke pîr ez ê bi hemû vîna xwe li vir li bendê bim heta ku cenazeyên şehîdan wergirim.”

Endamê  Rêveberiya PYD'ê ya Qamişloyê Mihemed Xêr Elîka jî diyar kir ku ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin, çalakiyê li dar dixin û bang li gelê Başûr jî kir û wiha axivî: "Divê gelê Başûr têkoşîna li vir bibîne û ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan li dijî PDK'ê bikeve nava tevgerê. Pêşmergeyên ku di nava PDK'ê de bûne piyonên dewleta Tirk, divê ji rêya xiyanetê jî vegerin. Di dîroka gelê Kurd de gelek têkoşîn di encama xiyanetê de têk çûne. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku ev kes dê ji rêya xiyanetê vegerin."  

Mihemed Xêr Elîka got: "Ez ji PDK'ê re dibêjim; hûn ê heta kengî xiyanetê bikin? Îro şervanên azadiyê hemû Kurdistanê diparêzin, we jî min jî diparêzin. Dema dijmin êriş dike, nabêje ve PDK ye, ev PKK ye û êrişî hemû Kurdan dike. Şengal û Hewlêr ji bîr nekin. Kê ew parastin? Şervanên azadiyê parast!"

Mihemed Xêr Elîka wiha domand: “Bila PDK bizane ku tu kes nikare îradeya gelê Kurd a ku felsefeya rêber Apo ji xwe re esas girtiye, bişikîne û tu kes nikare vî gelî bixapîne. Bi saya felsefeya rêber Ocalan moralê vî gelî her tim bilind e. Her ku em şehîdan bidin, israr û îradeya me ya têkoşînê, her wiha hêrsa me ya li hemberî dijmin zêde dibe. Hûn çi qasî xiyanetê bikin, em ê ew qasî têkoşînê geş bikin. Heta ku em cenazeyên şehîdên xwe hilnedin, em vê derê naterikînin û heke pêwîst be, em ji berxwedaneke mezintir re jî amade ne.”

Endama PYD'ê Samiya Xelîl jî diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidomînin.

Samiya Xelîl bêdengiya PDK'ê ya li hember çalakiya wan şermezar kir û got: "Ez ji PDK'ê dipirsim; hûn ê heta kengî bi lîstikên Erdogan bixapin? Destê Erdogan berdin û destê xwe dirêjî gelê Kurd bikin. Divê destekê bide gerîla ku li dijî dagirkeran li ber xwe dide, lê belê destekê dide Erdogan. Em vê şermezar dikin. Sar be jî berf jî bibare, heke hewce bike em ê bi salan çalakiya xwe ya kon li vir bidomînin. Em li cem şervanên xwe yên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û li ser şopa şehîdên xwe ne."