YE ceza li ser Belarûsyayê zêde kirin

​​​​​​​Ji ber aloziya penaberên li ser sînorên wê asê mane, YE`yê cezayên li ser Belarûsyayê zêde kirin. Nûnerên dewletên endamên YE`yê erê kirin ku 28 kesên din bixin lîsteya cezayên Ewropayê yên li ser Belarûsyayê hatine ferzkirin.

YE ceza li ser Belarûsyayê zêde kirin
2 kanûn, 2021   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî aloziya penaberan li se sînorên Belarûsyayê nûnerên dewletên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) erê kirin ku 28 kesên din bixin lîsteya cezayên li ser Belarûsyayê.

li gorî AFP, YE`yê pergala serokê Belarûsyayê Alexander Lukashenko tawan bar dike ku derbaskirina bi hezaran penaberên ji Rojhilata Navîn ber bi Polonya û Lîtwaniyayê ve hêsan kiriye.

Berê wê jî dewletên endamên YE`yê li ser ferzkirina cezayan li ser kesên belarûsî erê kiribû.

(şx)