Hêzên hikumeta Şamê gundewarê Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê herêmên li gundewarên rojhilat û başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarê Idlibê topbaran kirin
2 kanûn, 2021   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê îro herêmên bajarokê Sermîn li gundewarê rojhilatê Idlibê, her wiha herêmên Fitîra û Filêfil yên çiyayê Zawiyê li gundewarê başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê de, berî çend rojan li aliyê başûrê bajarokê Kansefra yê çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê, şer rû dabû.

(dx)