Lavrov û Blinken dê îro bicivin

Li gel zêdebûna nakokiyên têkildarî xurtkirina sewqetên leşkerî yên Moskovê li nêzî sînorên Ukraynayê re, îro wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken dê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bicive.

Lavrov û Blinken dê îro bicivin
2 kanûn, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, tê texmînkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken îro bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re di kongreya ewlehiyê ya ewropî de bicive.

Tê payîn ku civîn di çarçoveya kongreya rêxistina ewlehiya û hevkariya ya Ewropayê (OSCE) de li  Stockholmê were lidarxistin. Her wiha Blinken dê bi awayekî cûda bi Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Koleba re bicive.

(bx)