Faşîzma Tirk ber bi hilweşînê ve diçe

Rêbazên hovane yên dewleta Tirk a bi serkêşiya hikumeta AKP-MHP a faşîst û polîtîkayên wê yên qirkirin û tunekirinê yên li dijî gelê Kurd, nîşan didin ku AKP ketiye qonaxa hilweşînê.

Faşîzma Tirk ber bi hilweşînê ve diçe
2 kanûn, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Hikumeta AKP'ê piştî ku di 7'ê Hezîrana 2015'an de wek partî desthilatdarî ji dest da, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi MHP'ê re koalîsyon ava kir û desthilatdarî xesb kir. Koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê gelek endamên Ergenekonê yên çete ji bo bikaranîna şerê rantê serbest berdan û pêvajoya qirkirinê ya li dijî Kurdan girantir kir.  

MHP ku gelek caran xwe wek 'partiya dewletê' bi nav dike, di pêvajoyên 12'ê Adara 1971'an û 12'ê Îlona 1980'yî de yek ji wan partiyan bû ku herî zêde nakokiyên rastgir-çepgiran kûrtir dikirin. Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) bi dijberiya komunîzmê dest bi siyasetê kir.

Li ser têkiliya AKP-MHP'ê rêber Abdullah Ocalan dibêje “Neteweperestiya Tirk a nîjadperest, di serdema Komarê de xwe dispêre Îttîhat û Terakkiyê, lê belê ji vê jî paşdetir e. Li hemberî bilindbûna qeyranên aborî, koça ji gundan ber bi bajaran ve û geşbûna çepgiriyê re vê pêla netewperest piştî salên 1960'î polîtîk bû û di Ulku Ocaklari û MHP'ê de bi rêxistin bû. Her wiha ev neteweperestî parçeyî baskên din bû û îro bûye baskekî desthilatdariyê û di tesfiyekirina çepgiriyê de bi roleke girîng rabû. Nakokiya wê ya bi modernîzasyona Ataturk re, bêtehemuliya wê ya demokratîkbûyînê û otorîteriya wê ya faşîst, astengdariyeke mezin a li ser bingeha nîjadperestiyê ye.”  

FAŞÎZM LI DIJÎ GELÊ KURD BÛ YEK

Sedemeke din ku AKP û MHP nêzî hev kirin, ew bû ku gelê Kurd li hemû cîhanê îradeyeke mezin temsîl dikir. Di aloziya Sûriyê de ku di sala 2011 'an de derket holê, vîna şoreşgerî ya tevgera azadiyê ya Kurd bi şoreşa Rojava re tacîdar bû û bû sedem ku hemû cîhan çavê xwe li şerê azadiyê yê Kurdan vegerîne. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê biryar da ku ji bo tunekirina vîna gelê Kurd hevkariyê bike.  

AKP’ê bi komên cuda yên mafyayê re hevkarî kir û di Cotmeha 2014'an de li dijî gelê Kurd ‘Plana Têkbirinê’ da destpêkirin. Li gorî planê dê 10-15 hezar miorv bihatana îmhakirin û 150-300 hezar mirov jî bihatana koçberkirin.

Hikumeta AKP'ê ya faşîst di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de gelek komkujî pêk anîn. Serkêşekî wan komkujiyan jî Sedat Peker bû. Serokkomarê Tirk Erdogan li Dîolkê îşaret bi amadekariyên "Plana Têkbirinê" kiribû. Erdogan 7'ê Adara 2015'an li Dîlokê gotibû “400 parlamenteran bidin me û bila ev mesele bi aramî çareser bibe.” Vê jî nîşan dida ku heke nikare bi tena serê xwe bibe desthilatdar, dê welêt ber bi pêvajoya kaos û polîtîkayên qirkirinê ve bibe.

POLÎTÎKAYA DEWLETA TIRK Û DAIŞ

Piştî vê axaftinê, di 18'ê Gulana 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê bi desteka MÎT'ê êrişî avahiyên HDP’yê yên li Edene û Mêrsînê kir. Tirkiye piştî komkujiya Amedê ya 5'ê Hezîranê ket hilbijartinên 7'ê Hezîranê. AKP'ê ji sedî 40,8 dengan standin û piraniya xwe ya li parlamentoyê ji dest da. HDP'ê ji sedî 13,1 deng standin û 80 parlamenter bi dest xistin. Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî, koalisyonên bêyî AKP’ê qebûl nekirin. Bi vî rengî şirîkatiya fermî ya AKP-MHP'ê dest pê kir.

Rêber Apo têkildarî avabûna AKP’ê jî dibêje “Faşîzma Tirkên Spî ji ber avadaniya xwe ya laîk û kevn ji girseyan dûr ketibû. Her wiha bervekirî nebû. Li ber kapîtalîzma global zêde vekirî nebû. Ji ber ku li dijî wê tevgereke cidî ya sosyalîst û demokratîk tune bû, pêwîstiya DYA'yê bi faşîzma nîjadî tune bû. Ya herî girîng jî tevgera azadiyê ya demokratîk a Kurd bi pêş ve diçû, hem li Kurdistanê ya di bin serweriya Tirkan de hem jî li tevahiya Kurdistanê pêşketineke mezin bi dest xist. Ji ber vê yekê, li gorî rewşa îdeolojiyên faşîst ên spî û nîjadperest, bi xwe diyar dibe ku pêwîstî bi elîteke Tirk a faşîst a kesk heye.”

YÊN LI DIJÎ KOMKUJIYAN HÊVÎ MEZIN KIRIN

Di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de, ji êrişa li hemberî mîtînga HDP'ê heta komkujiya Pirsûsê û komkujiya Enqereyê, gelek komkujî hatin kirin. Li hemberî atmosfera derbeyê ya piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê, gelê Kurd bi  berxwedana xwerêveberiyê bersiv da. Çete bi şêweyê 'Tîma Xencerê' hatin hilbijartin û bi rêxistin kirin û ev jî tev li gelek sûcên li dijî  gelê Kurd bûn. Di wê pêvajoyê de rejîma çete ya faşîst a AKP-MHP'ê bi hewldana tunekirina dîroka gelê Kurd, li Cizîr, Nisêbîn, Sûrê dest bi êrişên qirkirinê kir.

Faşîzma AKP-MHP'ê di sala 2016'an de hewldana “derbeya cemaetê” bi derbeya Rewşa Awarte re ji xwe re kir xêra Xwedê. Bi vê derbeyê re destûra faşîst a 12'ê Îlonê ji nişka ve bê fonksiyon kir. Hedefa sereke ya vê derbeya Rewşa Awarte dîsa gelê Kurd bû.

Rêbaza herî naskirî ya dewlet û hikumetên faşîst a ji bo tepisandina gelan, afirandina zext û tirsê ye. Gelê Kurd di 7'ê Hezîranê de derbeke mezin li AKP'ê da û di wê pêvajoyê de careke din bi terora faşîst a AKP-MHP'ê re rû bi rû ma.

Endamên Ergenekonê serbest berdan û ew kes li gel MHP'ê û çeteye din li dijî gelê Kurd bûn şirîk. MHP di nava hikumetê de ji her demê zêdetir bû xwedî gotin û karî her tiştî bi AKP’ê bide kirin. Ji bo ku mafyayên nêzî AKP'ê werin tesfiyekirin, çeteye bi navê Alaattîn Çakici ku di gelek komkujiyan de cih girtibû, bi rêziknameyekê ji zindanê hate derxistin. Ev yek jî wek nîşaneyeke zelal a planên nû yên bloka faşîstan ên li dijî gelan bû.

FAŞÎZM HARTIR KIRIN

Tifaqa AKP-MHP'ê ku di siyaseta hundir û derve de derbên giran xwarin, bi berdana Alattîn Çakici re nîşan da ku mîna salên 1990'î dê ji çeteyan re qadeke nû bê vekirin. Çete û mafyayên ku di bin sîwana AKP-MHP'ê de hatin cem hev, di bin mîsogeriya desthilatê de dest bi her şêwe karên qirêjî kir. 

AKP-MHP'ê ji nakokiyên aloziya Sûriyê sûd wergirt û çeteyên xwe bi rêxistin kirin. Yek ji van çeteyan jî Onur Gencer ê faşîst û cîhadperest bû ku êrişî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir. Li Tirkiyê gelek çeteyên wekî Onur Gencer ji aliyê AKP-MHP'ê ve wek "notirvan" hatine birêxistinkirin.

Baş e çawa piştgiriya van çeteyan dikin û diparêzin?

Serkêşên wan SADAT û Osmanli Ocaklari ne ku Sedat Peker jî gelek caran qala wan kiribû.  Ev komele û saziyên paramîlîter di demên dawîn de karên qirêjî yên AKP-MHP'ê dikin. Bazirganiya narkotîkê ya di navbera Tirkiye û Ewropayê  de jî bi rêya van çeteyan tê kirin. SADAT wek dîzayna nû ya MÎT'ê tê dîtin.

Xuya ye ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê di êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd de li ser navê dewleta Tirk peywira fetisandina şoreşa Kurdistanê û vekirina qadên nû ji bo dewleta Tirk, daye van çeteyan.

DÊ HILWEŞIN; YA GIRÎNG EW E KA DÊ ÇAWA BE

Selahattîn Erdem di nivîsa xwe Yenî Ozgur Polîtîkayê ya 28'ê Hezîranê de têkildarî vê yekê wiha nivîsîbû:  “Lê belê jin natirsin, gel natirse, HDP xwe paşve nakişîne. Encama van hemûyan jî lidarketina konferanseke mezin a demokratîk û lêgerîna li ferasete rêveberiyeke alternatîf e. Aşkera ye ku faşîzm tê şikandin û sîstema demokratîk tê avakirin. Kêm ma, pir kêm ma. Ji wan rojan re kêm ma ku faşîzma AKP-MHP'ê bê hilweşandin û Tirkiye li ser bingeha azadiya gele Kurd demokratik bibe."

Serokê mafyayê Sedat Peker diyar dike ku li ser navê welat û gel karên qirêjî tên kirin û eger di şerê li dijî Kurdan de rêbazên qirêjî tên bikaranîn jî, ev normal û mafdar tê dîtin.  Tenê çend sal berê Tayyîp Erdogan ji leşker, polîs, walî û qeymeqaman re got deam mesele Kurd be, guh nedin qanûnan. Ev gotinên bi vî rengî jî dijminatiya bloka faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan teşhîr dikin.

GEL LI AZADIYÊ DIGERE

Krîza aboriyê ya îro li Tirkiyê didome û polîtîkayên çavtirsandinê yên li dijî gelê Kurd, nîşan didin ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê bi êrişên qirkirina siyasî yên li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd û hêzên wê yên pêşeng re, hewl dide emrê xwe dirêj bike. Di vê çarçoveyê de dixwaze ji nû ve destekê ji xwe peyda bike. Lê tiştekî ku AKP'ê ji bîr kiriye; kedkarên bindest, tevgerên nîjadperest ên faşîst diavêjin ser sergoyê. Dawiya bloka AKP-MHP'ê jî mîna tevgerên nîjadperest ên faşîst ên li Rojhilata Navîn û cîhanê, hilweşîn e.

Rêber Abdullah Ocalan li ser polîtîkayên AKP'ê wiha dibêje: "Hegemonyaya nû ne tenê van hemû binpêkirinên mafan didomîne, her wiha bi artêşên xwe yên leşkerî, siyasî, civakî, aborî, çandî, psîkolojîk û dîplomatîk bi navê têkoşîna li dijî terorê, hebûna Kurdan û vîna wan a jiyana azad bi dorpêçên heft dîwarî asteng dikin. Hemû derfetên dewletê û dewletên hevalbend seferber dikin û hewl didin tesfiye bikin. Di sedsala 20'an de li dijî demokrasî, sosyalîzm û hebûnên çandî, kevneşopa CHP'ê (kevneşopa burjuvayê ya burokratîk) ya qirkirin û asîmîlekirinê ku ji Îttîhat û Terakkiyê girtiye, hewl tê dayîn ku bi deste AKP’ê bi awayên cuda di sedsala 21'an de bê temamkirin."

Gel êdî got “Hikumet îstifa”. Ji niha û pê ve êdî dora kolan, çalakî û azadiyê ye.

ANHA