​​​​​​​Fernaz Atiye: Hevbendiya ereb-kurd siyasetên dewleta Tirk radiwestînin

Lêkolînera zanistên siyasî ya misrî Dr.Fernaz Atiye Ehmed diyar kir ku hevbendiya ereb-kurd ji her du aliyan re xwedî girîngiyeke dualî ye. Ji aliyekî ve destwerdana Tirkiyê di kar û barên dewletên ereb de û dagirkirina xakên wê radiwestîne û ji aliyekî din ve jî destekê dide Kurdan da ku xaka xwe ya ku dewleta Tirk dagirkiriye vegerînin.

​​​​​​​Fernaz Atiye: Hevbendiya ereb-kurd siyasetên dewleta Tirk radiwestînin
2 kanûn, 2021   02:45
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Lêkolînera zanistên siyasî ya misirî Fernaz Atiye Ehmed destnîşan kir ku hevbendiya ereb-kurd hem ji Kurdan re û hem ji Ereban re gaveke girîng e.

Dr.Fernaz Atiye Ehmed ji ajansê me re axivî û got: "Ne veşartî ye ji her kesî re ku welatên Ereb û welatên Rojhilata Navîn bi giştî rastî gefên Tirkiyê tên. Dewleta Tirk siyaseteke berfirehker dimeşîne. Hebûna wê li Lîbyayê û dagirkirina beşek ji xaka Sûriyê bi hinceta şerê ku jê re dibêjin terora Kurdî, li ser wê delîl e."

Dr.Fernaz Atiye ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Tirkiyê li Iraqê jî heye. Dem demê dewleta Tirk bi hiceta parastina berjewendiyên xwe û axa Tirkiyê li gorî ku îdia dike ji terorê biparêze êrişî bakurê Iraqê dike."

Dr.Frenaz Atiye piştrast kir ku bihaneyên Enqereyê tenê îdia ne da ku destwerdana dewletên herêmê bike û wiha dewam kir: "Ger em bînin bîra xwe, em ê bibînin ku Tirkiyê bi awayekî ne rasterast piştgiriya DAIŞ`ê dikir û sînorê xwe ji wan re vedikir. Di heman demê de cebilxane û çekên taybet derbasî herêmên dikirin."

Dr.Frenaz Atiye Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê hewldana têkbirina jêderên mirovahî û aboriyê dike.

Lêkolînera misirî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi awayekî berçav destwerdana dozên Rojhilata Navîn dike, çi yên siyasî yan jî aborî. Di encamê de gefan li dewletên welatên Ereban dixweFernaz Atiye wiha pê de çû: "Êdî her kes dizane ku dewleta Tirk piştgiriya komên tundraw û terorîst dike, di serî de komên Îxwan El-Muslimîn. Ev kom jî gefan li ewlehiya gelek dewletan dixwe, yek ji wan Misir e."

Fernaz Atiye Ehmed bi domdarî got: "Dewleta Tirk hewl da destwerdana kar û barên hundir ên dewletên ereb bike, ji wan Tunis û gelek dewletên din ên ereb. Li ser vê yekê hevbendiya ereb-kurd dê rê li pêşiya vê siyaseta dagirkeriyê bigire û li dijî wê bisekine."

Her wiha Dr.Fernaz Atiye Ehmed îşaret pê kir ku hevbendiya ereb-kurd di berjewendiya kurdan de ye. Ji ber ku ev hevbendî piştgiriyê dide wan û dihêle cîhan doza wan nas bike û ev lê zêde kir: "Kurd hewldana parçekirin û cihêbûnê nakin, lê belê hewldana misogerkirina jiyaneke aştiyane dikin, dixwazin mafên xwe yên îstiqrar û îstismarkirina xêr û bêra xwe bi dest bixin."

Dr.Fernaz Atiye di dawiyê de piştrast kir ku hevbendiya ereb-kurd wê destekê bide kurdan ku li dijî dewleta Tirk bisekinin û herêmên xwe vegerînin, ku dewleta Tirk li Sûriyê û li Iraqê dagir kirine û êrişî wan dike. Her wiha dê rê li pêşiya destwerdana dewleta Tirk a li ser dewletên ereb bigire.

(eh)

ANHA