Dr. Amber Huff: Ji bo demokrasiya li Rojhilata Navîn divê PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin

Dr. Amber Huff diyar kir ku ji bo ku li Rojhilata Navîn aştî û demokrasiyê pêk bê, divê PKK ji lîsteya terorê ya YE û Brîtanyayê bê derxistin û got "Dewleta Tirk ji bo ku civakê terorîze bike hiştina PKK’ê di 'lîsteya terorê' de, bi kar tîne."

Dr. Amber Huff: Ji bo demokrasiya li Rojhilata Navîn divê PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin
2 kanûn, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Di van demên dawîn de li gelek welatan li ser derxistina PKK'ê ya ji ‘lîsteya terorê’ nîqaş hene jî. Koma Parlamentoyê ya Hemû Partiyên Tirkiye, Kurdistan û Sûriyê (APPG) êriş û zextên li dijî Kurdan anîn rojeva parlamentoya Brîtanyayê.

Parlementoyê bal kişand ser rapora APPG'ê ya "Li Tirkiyê Temsîliyeta Siyasî ya Kurdan û Wekhevî" a di Hezîrana 2021'an de hat weşandin û di heman demê de ji hikumeta Brîtanyayê hat xwestin ku nirxandina xwe ya li ser PKK'ê di ber çavan re derbas bike.

Gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedar ji bo ku PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin û polîtîkayên dewleta Tirkên li dijî gelê Kurd bi dawî bibin, bangên xwe berdewam dikin.

Lêkolîner û antropologê Zanîngeha Sussex û Zanîngeha Oxfordê Dr. Amber Huff, derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' û pêkanînên antîdemokratîk ên desthilata faşîst a AKP-MHP'ê nirxandin û destnîşan kir ku ji bo ku li Rojhilata Navîn aştî û demokrasî pêk were, divê PKK ji lîsteya terorê ya YE û Brîtanyayê bê derxistin.

Dr. Amber Huff diyar kir ku bi fermana dewleta Tirk girtina PKK'ê di 'lîsteya terorê' de, biryareke durû ye û got: "Xistina PKK'ê ya di lîsteyên terorê yên fermî de, ji bo dewleta Tirk siyaseta xwe ya demdirêj a neteweperestiya tund bidomîne, hemû erk da destê dewleta Tirk. Vê biryarê destûr da ku neteweperestên rastgir û neofaşîst ên li Tirkiye û Ewropayê êriş bikin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ji bo terora dewletê ya li dijî civaka sivîl û bi taybetî jî gelê Kurd ê li Tirkiyê zêde bike û mafdar nîşan bide, dixwaze PKK di 'lîsteya terorê' ya navneteweyî de bê hiştin."

Dr. Amber Huff destnîşan kir ku ji sala 2015'an ve bi hezaran rojnamevan û aktîvîst li Tirkiyê bi terorîzmê hatine sûcdarkirin û wiha pê de çû: "Şaredar û parlamenter ji peywirê hatine dûrxistin. Qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin. Dewleta Tirk di her firsendekê de bombe li cih û warên Kurdan barandin, sivîl qetil kirin û bi sed hezaran mirov di çarçoveya 'operasyonên li dijî terorê' de ji cih û warên xwe kirin. Dewleta Tirk tevî êrişa xwe ya sala 2018'an a dagirkirina Efrînê û tevî çeteyên cîhadîst bi navê 'ewlekariyê' li Başûrê Kurdistanê û herî dawî li dijî gelê Kurd ê li Sûriyê dest bi êrişên qirkirinê kir."

Dr. Amber Huffli li ser nîqaşên dawîn ên li parlamentoya Brîtanyayê jî got: "Ji bo guhdarîkirina nîqaşên dawî yên li parlamentoya Brîtanyayê û dîtina rapora APPG’ê ya li ser Kurdistanê li Sûriye û Tirkiyê û pêşniyarên wê yên ji bo derxistina navê PKK'ê ji nava lîsteyên terorê, gelekî wêrek bû. Ev yek piştî dadgeha bilind a Belçîkayê ya sala borî biryar da ku qanûna li dijî terorê ya YE’yê ji bo PKK'ê derbasdar nabe, di çarçoveya nîqaşê de berfireh dibe û dibe xwedî hêza guhertina rewşê. Derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê mafekî rewa ye. Ji ber vê kampanyaya ku li gelek welatan derketiye holê û belavbûna vê daxwaza mafdar, gelekî bi kelecan im."  

Dr. Amber Huff diyar kir ku dem hatiye Yekitiya Ewropayê, Brîtanya û welatên din PKK'ê ji 'lîsteya terorê' derxin û wiha lê zêde kir: "Ez difikirim ku li her dera cîhanê mirov dê li dijî vê rewşê dengê xwe derxin. Divê welat bibînin ku siberoj li ber rîskê ye. Derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ji bo avakirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn, divê wek meseleya herî sereke bikeve rojeva me."

Amber Huff antropologekî civakî û ekolojîste. Ew di Enstîtuya Lêkolînên Pêşvebirinê de endamê Koma Polîtîkayên Çavkaniyê ye û endamê Navenda STEPS a Zanîngeha Sussexê ye. Doktoraya xwe ji Zanîngeha Georgia wergirt û li ser antropolojiya hawirdorê bû.

Polîtîkayên parastinê, têkoşîna ji bo çavkaniyan û pevçûn, polîtîkaya hawirdorê, debara gundan û hevgirtina mirovan û polîtîkayên xwecihî û otoktonê yên li Afrîkaya Başûr, mijarên sereke yên xebatên wî ne. Lêkolîna wî ya dawîn li ser pêwendîyên guherîna sîyaseta hawirdorê û dewlemendiya girêdayî sînorên sîyasî û erdnîgarî ye û rola reformên erazî û razemeniyê di nakokiyên li ser parastin û madenan de lêkolîn dike. Hem çarçoveyên zanistî yên guherîna hawirdorê û hem jî polîtîkaya geşepêdana domdar.

ANHA