​​​​​​​Şêniyên Kobanê: Hûn hebûna me diparêzin, em ê piştevaniya we bikin

Gelek şêniyên Kobanê gotin "Divê gerîla bi ewle bin em heta nefesa dawî li pişt wan in û kedên wan badilhewa naçin. Di demekê de ku  serkeftinê nêz e divê gelê Kurd li dora gerla bicivin." ‎

​​​​​​​Şêniyên Kobanê: Hûn hebûna me diparêzin, em ê piştevaniya we bikin
2 kanûn, 2021   00:38
KOBANÊ

Piştî zêdetirî 7 mehan ji destpêkirina êrişên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û vekişîna wê ji gelek herêman şêniyên Kobanê careke din piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da.

/kr/uploads/files/2021/12/01/210513_-.webp

Têkildarî vê yekê Îsmaîl Elî wiha got: "Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî çiyayên Kurdistanê pêk tîne ne tenê ji bo tunekirina hebûna gerîla ye, lê belê ji bo tunebûna kurdan e. Ji ber di Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî de gerîla tune bûn ku werin qirkirin, lê tê de Kurd hebûn."

Ismail Elî wiha li gotina xwe zêde kir: "Em ji hevalên xwe yên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê re dibêjin ku em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya we bikin. Ji ber ku hûn parastina hebûna me dikin û em deyndarê we ne, ji ber hûn zarokên me ne."

Elî bang li civaka navneteweyî kir ku navê PKK ji "lîsteya terorê" derxe, ji ber ku tu carî PKK’ê li dijî dewletên ewropî yan jî dewleteke cîhanê şer nekir. Tiştê gerîla dike parastina xwe û ya gelê Kurd ji bo mayînê dike.

Pişît gerîla derbeyên biêş li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk anîn û moralên wan şikandin, ew ji herêmên Werxelê, Tabûra Ereban ên Başûrê Kurdistanê vekişîn.

‛NE JI GERÎLA BÛYA ME NIKARÎ LI SER VÊ XAKÊ BÊHNA XWE VEDA’

Artêşa dewleta Tirk tevahî cûreyên çekan bi kar anîn, heta çekên kîmyewî bi kar anîn da ku vîna gerîla ya xurt bişikînin.

/kr/uploads/files/2021/12/01/210602_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Bozan jî wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên azad di radeya yekemîn de qirkirina kurd in, ji wê zêdetir jî da ku binketinên xwe yên siyasî, aborî û leşkerî yên li tevahî eniyan binixumînin. Ji lew re em dibînin carekê çekên kîmyewî bi kar tînin û careke din malên sivîlan bi top û balafirên bêmirovî hedef digirin."

Bozan xîtabî gelê Kurd kir û wiha anî ziman: "Divê em bi zarokên xwe yên gerîla re hevgirtî bin û divê gerîla bi ewle bin ku em heta nefesa dawî bi we re ne û fedekariyên wê badilhewa naçin." ‎

/kr/uploads/files/2021/12/01/210535_-.webp

Alaedîn Mistefa destnîşan kir ku ne ji gerîla be ew nikarin li ser xaka xwe bijîn û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ew zarokên ‎me ne û em pê ser bilind in û sînorên çêkirî em ji hev bi dûr xistin. Her wiha ‎serketina ku gerîla bi dest bixe serketina me ye û divê gelê Kurd li kêlêka gerîlayan be."‎

(dm)

ANHA