Bi hatina Zivistanê re rewşa xizanên Xezayê xirabtir dibe

Bi hatina demsala Zivistanê re rewşa malbatên xizan ên Xezayê û xwediyên malên kavilbûyî, xirabtir dibe. Nexasim piştî şerê dawîn ku zirareke mezin gihand binesaziyê û malan, ev metirsî zêdetir bûn.

Bi hatina Zivistanê re rewşa xizanên Xezayê xirabtir dibe
2 kanûn, 2021   06:54
XEZA-OMER MÛSA

Mihemed Zernedeh diyar kir ku dema agahiyên wan çêdibin dê baran were wekî ku li ser hatine şerek bi ser wan de were giran e, ji ber ku di malên kavilkirî de zehmetiya demsala zivistanê dikişînin.

Zernedeh (45) ku bavê 7 ferdan e, ji ber bandora şerê dawî di maleke nîvkavilkirî de dijî û li ser jiyana zarokên xwe bi fikar e, ji ber ger baran were mala wî wêrankirî û bê pence re ye.

Zernedeh diyar kir ku di hefteya derbasbûyî de çawa baran hat, mala wî noq bû, ji ber wê nîvê şevê çûn mala birayê xwe û zarokên wî ji tirsa baranê ji xew şiyar bûn.

Zernedeh derbarê paşguhkirina aliyên berpirsyar ji rewşa welatiyan re giliyên xwe kirin û wiha dewam kir: "Piştî şerê dawî tu kes ji aliyên berpirsyar ve bi me re nebûn alîkar, heta niha jî behsa avakirina malan nekirine. Êdî rewşa wiha ye û tenê em kesên feqîr û belengaz her tim fatora şeran didin û piştî wê tu kes xwe li me nake xwedî."

ZOR Û ZEHMETIYÊN LI KAMPAN

Li Xezayê 8 kampên koçberan hene û zêdetirî du milyon niştecihên Xezayê lê dimînin. Niştecih li van kampan zehmetiyên tibî, torên kanalîzasyonan û binesaziyê dikişînin. Ji lew re bi zor û zehmetiyên demsala zivistanê re rû bi rû ne, ji ber ku lehî li malan radibe û ava kanalîzasyonan jî diherike kampan.

Yunis Ebû Hiweyle axivî û got, beriya baranê were hewl dide kunên banê mala xwe bi parçeyên laylûnê bigire, lê vê carê nikare, ji ber ku buhaya topa laylonê zêde ye û derfetên wî tune ne.

Ebû Hiweyle da zanîn ku rojane deh saetan di çandiniyê de dixebite û li hemberî wê rojane 15 dolaran werdigire û wiha dewam kir: "Ev jî hema bêje têra hewcedariyên malbatê û peydakirina xwarinê bike, lê topek laylûna qalind derdora 20 dolaran e."

Ebû Hiweyle (52) ku bavê 6 zarokan e, ev li axaftina xwe zêde kir: "Tirsa me ne tenê li ser noqbûna malên me ye, lê çawa baran tê ava kanalîzasyonan digihêje malên me. Weke ku nexweşî û azar kêm e."

Ebû Hiweyle wiha gotina xwe bi dawî kir: "Welatiyên li derve bi hatina demsala zivistanê re kêfxweş dibin, ji ber ku mewsima xêr û bereketê ye, lê em tenê wekî demsaleke ji demsalên zehmetiya dibînin. Malên me noq dibin, ava kanalîzasyonan malên me dide ber xwe û ev trajîdya bi xwe ye. Rastiya herî biêş jî ew e ku tu rayedar jiyana li kampan di ber çavan re derbas nakin."

PIŞTÎ ŞER REWŞ KAMBAXTIR BÛ

Di encama şerê dawî de, li Xezayê 2 hezar û 100 mal, hin ji wan bi temamî hatin hilweşandin û hin jî nema bi kêrî rûniştinê tên. Li aliyekî din jî 56 hezar mal li tevahiya Xezayê zirar dîtine û binesaziya gelek parêzgerhên Xezayê hate wêrankirin ku hîn jî jiyana welatiyan asteng dike.

Piştî derdora 5 mehan ji bidawîbûna şer, hîn jî malên wêrankirî wekî xwe ne û tu guhartin di dosyaya jinûve avakirinê de çênebûye.

Ji ber vê yekê gelek niştecihên Xezayê di malên xwe yên kavilkirî de dimînin, ji ber ku alternatîf tune ye û bi vê yekê di fikara seqema zivistanê de dijîn.

Ji 2006`an de Îsraîlê li ser Xezayê ambargo ferz kiriye, di encamê de aloziyeke jiyanî, mirovî û aborî çêbûye û derfetên geşkirina Xezayê asteng kirine.

(eh)

ANHA