Peyama meşên mêran: Heta jin rizgar nebin, welat rizgar nabe

Mêrên tev li meşên herêma Cizîrê yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bûne piştgiriya xwe ji tekoşîn û zadiya jinan re nîşan da û da zanîn ku ew li kêlek wan disekinin û gotin: “Eger jin ji qeydên koletiyê rizgar nebin, mêr û civak jî rizgar nabin.”

Peyama meşên mêran: Heta jin rizgar nebin, welat rizgar nabe
1 kanûn, 2021   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN-SILAVA EBDUREHMAN

Jin bi giştî û bi taybet jinên Kurd ji hêla zihniyeta mêrdestî û sîstemên desthilatdar ve rastî zilm û înkarê hatin ku bi hemû hêza xwe hewl da jinê di zihniyeta civakê de bi awayekî neyînî nîşan bidin. Lê jin îro rengên hegemoniyê û desthilatdariya ku zihniyeta mêrdestiyê qebûl nakin û li hember wê disekine ku li cewherê xwe vegerin û wekheviyê di nava civakê de pêk bîne.

Bi destpêkirin şoreşên gelan ên li Rojhilata Navîn û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jin weke hêzeke bingehîn û dînamîka guhartinê ber bi demokrasiyê ve tev li şoreşê bûn û karîn di hemû aliyên jiyanê de destkeftiyan bi dest bixin, da ku wekhevî di navbera mêr û jinan de pêk were û rola jinan, xebat û destkeftiyên wan werin naskirin.

Bi diruşma "Li dijî tundî û dagirkeriyê, têbikoşe” tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 20`ê Mijdarê ve dest bi çalakiyan kirin û dê heta 10`ê Kanûnê dewam bikin. Bi hezaran mêr li herêma Cizîrê meşên girseyî li dar xistin û banga bidawîkirina tundiya li ser jinan kirin.

Mêran pankartên bi nivîsên "Jin, Jiyan, Azadî", "Civakeke tê de jin tên qetilkirin azad nabe", "Na ji qetilkirina jinan re" û "Destê xwe ji ser min rake", her wiha alên Kongreya Stra, YPJ, YPG û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

YA KU CIVAKÊ AVA DIKE Û BI PÊŞ DIXE JIN E

Din meşên hatine lidarxistin de, ajansa me nêrînên mêrên herêma Cizîrê re girtin. Ayid Îbrahîm ê ji Qamişlo ku beşdarî meşê bûye, da zanîn ku civakeke tê de jin tê çewisandin rizgar nabe û wiha got: "Em tevahî rengên tundiya li dijî jinan ku di civakê de pêk tên şermezar dikin. Ji ber ku ya civakê ava dike û bi pêş dixe jin e. Jin û civak bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan rizgar bû. Ne ji fikr û felsefeya rêber Ocalan bûya, jin ji qeydên civakê rizgar nedibû û me nizanî em li dijî jin, dayik û xweşkên xwe çi bi kar tînin."

Îbrahîm wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan rê li pêş mêr û jinan vekir ku bigihînin civaka aştiyane ya pêşketî û rizgarkirî. Ew yek jî bi rêya pradîgmaya ji jinan re pêşkêş kiriye ku bixebitin û têbikoşin da ku bigihînin mafên xwe. Em îro dibînin ku jinê rola xwe di tevahî aliyan de list û bûye pêşeng."

Ayid Îbrahîm wiha dewam kir: "Bi rêya fikirê neteweya demokratîk û taybetmendiyên wê yên wekhevî û pergala hevserokatiyê gavên ber bi serkeftinê ve hatin avêtin.”

Îbrahîm bang li tevahî mêran kir ku rêbaza jiyan, fikirandin û nêzîkatiya li hemberî jinan li gorî pergala neteweya demokratîk biguherînin, da ku civakeke azad ku mafên jin, zarok û mezinan diparêze were avakirin. Em nikarin civakê bi lingekî ava bikin, ji ber ku dema tundî li dijî jinê pêk tê civak tevahî rûbirûyî tundiyê dimîne."

ŞERM E KU JIN DI BIN NAVÊ NAMÛSÊ DE WERIN QETILKIRIN

 

Remedan Fetah ê ji bajarê Hesekê jî tev li nêrîna Ayîd Îbrahîm bû û got: "Di pêvajoya Şoreşa Rojava de ku bi Şoreşa Jinan hatiye naskirin, jinan mafên xwe bi dest xistin û roleke pêşeng lîstin. Her wiha di hemû qadên leşkerî, civakî û rêxistinî de hebûna xwe îsbat kir.”

Remedan Fetah bi domdarî got: "Ruxmî vê yekê jî em nikarin li cem hin kesan bêjin ku wekhevî di navbera jin û mêran de çêbûye, ji ber ku ew kes hîn jî li gorî hişmendiya bi salan di mêjiyê wan de hatiye çandin, dimeşin. Heta di hemû aliyên jiyanî de çi sazî û çi wekî din be fikireya wekheviya jin û mêran red dikin."

Fetah destnîşan kir ku di çend salên dawîn de gelek jin di bin navê “namûsê” de hatin qetilkirin û wiha lê zêde kir: “Şerm e ku li heremekê ku gelek berdêl daye û deh sal li ser şoreşê derbas bûye, jin bi bihane û îdiayên şerefê werin qetilkirin. Li ser vê yekê em dibêjin hişmendiya nîjandperestî ya ku mêr israra wê dike, divê were guhartin. Ev yek bi rêya perwerde, têgihîştin û nasandina dîrokan jinan pêkan e.”

Fetah diyar kir ku civaka jin tê de mafên xwe bi dest nexe ew civak ne azad e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mêrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bo rizgarkirina jinan ji qeydên ku li ser wan û li ser me hatine ferzkirin li Sûriyê û Rojhilata Navîn, pêşeng bin.”

ꞌEM DIXWAZIN JI ZIHNIYETA DESTHILDAR RIZGAR BIBINꞌ

Li aliyekî din jî Ebdulselam Mihemed Elî yê ji bajarê Hesekê wiha axivî: "Em bi armanca şermezarkirina tundiya li ser jinan, tev li vê meşê bûne ji ber ku em dixwazin ji zihniyeta desthiltdar ya ku li ser mêran jî ferz bûye, rizgar bibin. Ji ber jin û mêr civakê temam dikin û nepêkan e ku civak bêyî her duyan were avakirin. Her wiha em hewl dide hin hin têgînên ku hîn civak girêdayî wan in biguherînin."

Ebdulselam Mihemed Elî ev li gotina xwe zêde kir: "Mêrên ku tev li Şoreşa Rojava bûne hişmendiya xwe guherîn û di hemû saziyan an jî civakê de li kêleka jinan xebitî, ji lewma em nema hişmendiya ku berê li ser me hatibû ferzkirin û em girêdayî wê bûn, qebûl dikin û hewl didin jê rizgar bibin û hişmendiya hemû mêrên di civakê de were guhertin."

ꞌDI DÎROKA KURDISTANÊ DE EV ROJEKE DÎROKÎ YEꞌ

Mihemed Ehmed ê ji navçeya Amûdê jî got: “Di dîroka Kurdistanê de ev rojeke dîrokî ye, ev bi saya têkoşîna jin îro li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê dide meşandin pêk hat. Jin ji bo azadiya xwe bi dest bixe têdikoşe û armanca wê jî azadiya gelê Kurd û tevahiya gelê din ên ku têdikoşin."

Ehmed îşaret pê kir ew piştgiriya têkoşîna jinan dikin û li kêleka wan jî disekinin da bigihêjin pêşerojeke tê de azadî û demokratî ji bo gekê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn re were misogerkirin. Ehmed diyar kir ku armanc ji tevlêbûna wan a ji meşê ew e ku rê li tundiya li ser jinan bigirin.  Li ser vê armancê jî ev yekemîn çalakî ye ku bi vî rengê tê organîzekirin.

Mihemed Ehmed wiha axaftina xwe dewam kir: "Ger jin ji qeyd û bendên li ser hatine ferzkirin rizgar nebe, mêr û civak jî rizgar nabin. Ji lew re divê em piştgiriya jinan bikin da maf û azadiya xwe qezenc bikin û dema ev yek pêk were, wê demê mirov dikare bibêje em azad in."

ꞌJI BO PÊKANÎNA AZADIYÊ DIVÊ EM JI MALÊ DE DEST PÊ BIKINꞌ

Ehmed diyar kir ku heke jin azad nebin, welat jî azad nabin û destnîşan kir ku sîstemên desthilatdar her tim dixwazin vîna jinan têk bibin, ji ber ku jin banga aştî, azadî, edalet û wekheviyê dikin.

Mihemed Ehmed diyar kir ku armacna sîstemên kapîtalîst ew e ku jin bindest bimîne, lê ew li dijî van fikirên desthilat in yên ku dixwazin vîna jinan têk bibin.

Ehmed di dawiyê de wiha got: "Armanca sîstemên desthilat û neteweperest hedefgirtina jinan e, lê jin êdî vê siyasetê nema qebûl dike û dê serî jê re netewîne. Ji ber ku banga azadiya xwe dike. Jina Kurd ev 40 sal in ji bo avakirina civakeke bê tundî, bê kuştin û bê lêdan ava bike û rê li zewicandina zarokan bigire.”

 (fr-eh)

ANHA