Malbatên şehîdan bang li PDK’ê kir: Dev ji rêya xiyanetê berde ‎

Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê, piştgiriya çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê kir ‎û bang li PDK kir ku li xwe vegere û dev ji rêya xiyanetê berde.‎

Malbatên şehîdan bang li PDK’ê kir: Dev ji rêya xiyanetê berde ‎
1 kanûn, 2021   08:55
ŞEHBA

Çalakiya konvedanê ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li dar dixe, di roja 58’an de ‎berdewam dike. Çalakvan bang li PDK`ê dikin ku cenazeyên gerîlayên di kemîna Xelîfanê de şehîd bûne, radestî ‎malbatên wan bike.‎

Têkildarî mijarê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ji ajansa me re axivîn.

‎

Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Sureye Hebeş da zanîn ku PDK cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake, ji bo ku eşkere nebe ku destê wê di ‎şehadeta gerîlayan de heye.‎

‎Sureye Hebeş got: "Divê ev hêzên navneteweyî çavên xwe ji êşa malbatên wan şehîdan re vekin û piştgiriya wan bikin da ku cenazeyên xwe wergirin."

‎Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xelîl jî bang li PDK’ê ‎kir û wiha axivî: "Banga me ji  PDK'ê re ew e; dest ji hevkariya dewleta Tirk berde û ji ‎rêya xiyanetê vegere."‎

‎ Xelîl wiha berdewam kir: "Em ê bi berxwedana xwe tola şehîdên xwe hilînin, bila PDK ‎baş bizane ku armanca şehîdên me, têkoşîn û berxwedan e.”

‎

Têkildarî mijarê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Mihemed jî wiha anî ziman: "Ew gerîlayên şehîd dibin, zarokên me hemûyan in, em ê li Şehbayê piştgiriya dayikên Sêmalkayê bikin heya ku ‎cenazeyên xwe werdigirin. Divê saziyên navdewletî, saziyên mirovî jî li hemberî çalakiya van ‎dayikan bê deng nemînin û dengê xwe li dijî dewleta Tirk û PDK`ê derxin."

Hêvîn Mihemed bang li PDK’ê kir ku li hemberî dijminê gelê Kurd ‎dewleta Tirk, bisekine û wiha bi dawî kir: "Divê PDK li xwe vegere û êdî bes e ku Kurd li ‎hember Kurdan şer dikin." ‎

ANHA