Rûsya bi rêya Ukrayna li hemberî Washington û rojava disekine

Aloziya di navbera her du welatên cîran de (Rûsya û Ukraynayê) piştî ku Rûsya di sala 2014'an de Qirim xist bin serweriya xwe li gel berdewamkirina nakokiyê di navbera Kiev û "cudaxwazên " alîgirê Rûsyayê de li rojhilatê Ukraynayê, kûrtir bû.  Pisporan hişyarî da ku rewşa li ser sînor "pir xeter e".

Rûsya bi rêya Ukrayna li hemberî Washington û rojava disekine
1 kanûn, 2021   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Rûsyayê beriya niha bi demeke kurt li Deryaya Reş li başûrê Ukraynayê tatbîqatên leşkerî pêk anîn û diyar kir ku ji ber tevgera NATO'yê ya zêde li nêzî sînorên wê, pêwîstiya wê bi amadekariyên şer ên hêzên xwe yên asayî û nukleerî heye.

Ukraynayê jî li nêzî sînorên Belarûs tatbîqat kirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) texmîn dike ku ji bo ketina herêma dibe ku Rûsya di demeke nêz de operasyonê bike.

Her wiha Ukraynayê li ser sînorên xwe yên bi Belarûsê re 8 hezar û 500 leşker bi cih kir û got ew ditirse ku krîza penaberan bigihêje sînorên wê ku bûye sedem Yekitiya Ewropa (YE) Mînsk sûcdar bike ku penaberan ji Rojhilata Navîn vediguhêze Polonyayê.

Piştî çend hefteyan di ser nakokiya di navbera her du welatên cîran de, ev tevgerên leşkerî yên her du welatan zêde bûn. Ruxmî ku Rûsya dibêje tu niyetên wê yên destwerdanê tune ne.

Wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu demeke berê got: "Ji ber şert û mercên leşkerî û siyasî yên girêk ên li cîhanê û zêdebûna tevgera dewletên NATO`yê li nêzî sînorên Rûsyayê pêwîstî heye ku Rûsya bi awayekî domdar hêzên xwe yên çekdar pêş bixe."

Şoygu wiha domand: "Zêdekirina amadekariyên hêzên çekdar, destekdayîna li hemberî amadebûna şer a hêzên nukleerî û xurtkirina pergala bêbandorkirinê yên ne nukleerî beşek ji vê yekê bûn."

Sergey Şoygu da zanîn ku di destpêka vê mehê de balafirên Amerîkayê ji bo pêkanîna êrişeke nukleerî li dijî Rûsyayê ji du aliyên cuda ve hatine perwerdekirin. Her wiha diyar kir ku balafirên Amerîkayê pir nêzî sînorên Rûsyayê bûne. Li gorî Pentagonê rahênan, li gorî protokolên navneteweyî pêk hatin.

Li aliyekî din Kiev ji sînorên xwe yên bi Belarûs (hevalbendê nêz ê Rûsyayê) re bi fikar e. Dibe ku ji aliyê Rûsyayê ve ji bo pêkanîna êrişekê were bikaranîn.

Çavkaniyên îstîxbaratî, dîplomasî û analîzvan dibêjin dibe ku Moskova aloziya bi Ukraynayê re wekî beşek ji stratejiya berfireh bi kar bîne da ku zextê li Ewropayê bike.

Dijminatî roja Înê zêde bû dema ku serokê Ukranya Volodymyr Zelensky piştrast kir ku komeke Rûs û Ukraynayî plana hewldana derbeyê li Ukraynayê kirine. Her wiha serokwezîrê Ukrayna Denis Schmehal di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Politico ya Amerîkî de ji NATO'yê xwest ku keştiyên şer bişîne Deryayê Reş ji bo ku çavdêriya Rûsyayê bike.

AGAHIYÊN ÎSTIXBARATÎ YÊN DESTWERDANEKE MUHTEMEL A RÛSYAYÊ

Çavkaniyên agahdar ji ajansa nûçeyan a Almanyayê DPA`yê re ragihandin ku Amerîka agahiyên îstixbaratî dane. Di nav de nexşe pêşkêşî hevalbendên xwe yên Ewropî kirin, tê de diyar dibe ku sewqiyatên hêzên Rûsya li ser sînorên bi Ukraynayê re nîşaneya amadekariya operasyoneke leşkerî ya berfireh û bilez li dijî gelek cihan li Ukraynayê dikin, eger serokê Rûsyayê biryara ketina Ukranyayê bide.

Ajansa Bloombergê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan ragihand ku agahiyên îstixbarat ji gelek welatên endamên NATO`yê re hatine şandin da ku metirsiyên Amerîkayê li hember niyeta Pûtin xurttir bikin. Di çarçoveya zêdekirina xebatên dîplomatîk yên Amerîkayê de ji bo ku Rûsya destwerdana Ukraynayê neke, rêveberên ewropî yên ku bi awayekî yekser bi serokê Rûsyayê re di nava têkiliyan de û li gorî nirxandinên amerîkî, dibe ku Pûtîn destpêka sala bê biryara destwerdanê bide ji ber ku hêzên wê yên li ser sînorê Ukraynayê zêde dibin.

Agahiyên Amerîkayê senaryoya dagirkeriyê tespît kir ku leşkerên Rûs dikarin bi rêya Qirim û sînorên Rûsya yên bi Belarûsê re bi hêzeke nêzî 100 hezar leşkerî derbasî Ukraynayê bibin.

Du çavkaniyan diyar kir ku nêzî nîvê taborên ku tê payîn beşdarî operasyonê bibin ji xwe di çeperên hedefkirî de ne û dibe ku di operasyonê de desteka hewayî ya leşkerî jî hebe.

Her wiha her du çavkaniyan diyar kir ku artêşa Rûsyayê ji hilweşîna Yekitiya Sovyetan a berê û vir ve bi deh hezaran serbazên yedek vexwendiye. Ev leşker piştî bidawîbûna operasyona leşkerî ewlehiya herêmên dagirkirî diparêzin. Rûsyayê bi awayekî fermî vexwendina serbazên yedek ranegihandiye.

Li gorî çavkaniyekî, DYA`yê derbarê zêdebûna propagandaya li dijî Ukraynayê agahî daye hevalbendên xwe yên Ewropayê û diyar kir ku Rûsya ajanan bi kar tîne da ku li Ukraynayê tevliheviyê derxe.

SENARYOYÊN MUHTEMEL

Di heman çarçoveyê de, ji ber tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li başûrê rojava li cem dezgehên çapemeniyê yên rojavayî metirsî zêde dibin. Hinek dibêjin ku Rûsya bi armanca şikandina bêkêriya lihevkirinên Mînsk û ferzkirina şertên dîtir li ser Kiev û şirîkên wê yên rojavayê, rê li pêşiya DYA û NATO`yê bigire ku Ukrayna ji bo armancên leşkerî li dijî Rûsyayê bi kar neyne, amadekariyan dike ku destwerdana Ukraynayê bike.

Rûsya gelek caran got ew li dijî her gaveke pêkan a Ukraynayê ku tev li NATO`yê bibe yan jî têkiliyên stratejîk ên xurtir bi rojava re deyne. Pûtîn Ukrayna wek beşekê ji hewşa xwe dibîne.

Lêkolînerê payebilind ê Enstîtuya Newlins a Amerîkayê Nicolas Heras got: "Rûsya dixwaze Ukraynayê li derveyî NATO û heta li derveyî Yekitiya Ewropayê bihêle. Lê dibe ku Ukrayna ji NATO'yê zûtir tev li Yekitiya Ewropayê bibe.”

Analîzvanên rûs diyar kirin ku ne pêkane ku ev nakokiya leşkerî bi pêkhatina lihevkirina diyar bi dawî bibe. Serkeftina li dijî hêzên Ukraynayê bi xwe re rê li ber aştiyeke bi lez venake. Li gorî pêşbiniyên wan, dibe ku ev şer bi pêş keve û bibe şerekekî demdirêj û hêdî. Dibe ku ji aliyê teknîkî ve, desteserkirina tevahiya Ukraynayê pêkane be, lê ruxmî wê jî pirspor destnîşan kirin ku wê lêçûna vê yekê zêdetir be û kontrola piştî wê jî dê dijwart be.

Bêguman ev nakokî wê rê li ber guhertina nêzîkatiya rojavayî ya ji bo dayîna Ukraynayê ya çek û amûrên leşkerî yên pêşketî veke. Rûsya dê nikaribe pêşî li van sewqiyatan bigire. DYA û hevalbendên wê dê bi Moskovayê re nekeve nava rûbirûbûneke leşkerî ya vekirî. Lê ruxmî wê jî asta desteka ji bo artêşa Ukraynayê wê mezintir bibe.

Rûsya jî wê xwe di nava tecrîdeke dîplomatîk de bibîne û ne pêkan e ku ti welat piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên Moskovayê ragihîne. Rewabûna kiryarên Moskovayê yên di vê rewşê de wê gelekî qels bibin, eger bi temamî nepêkan bibin. Her wiha Rûsya dê neçar bimîne ku berpirsyariya windahiyên sivîl bigire ser xwe.

Hemû lîstikvanên mezin ên rojavayî wê ceza û qedexeyên din li ser Rûsyayê bibirin. Ev yek wê zirarê bide çend dewletên rojavayî û bibe sedema nakokiyên demkî li bazarên cîhanê. Lê tevî lêçûnên zêde rojava dê tedbîrên bi vî rengî bigire. Qedexeyên din ên zêdetir li ser îthalat û îxracata petrol û gazê bên kirin û dê zirara aboriya Rûsyayê pir mezin be.

Di vê çarçoveyê de lêkolînerê rûs Ivan Timofeev destnîşan kir ku sewqiyatên Rûsyayê yên li ser sînor, dibe ku pozîtîf bin. Ji ber ku zêdebûn rewşeke hîpotetîk e û ne rastîn e. Ev senaryo di şerê agahdarî û nîşaneyên siyasî de xwedî wateyeke pratîkî ye.

Lêkolînerê rûs Andrei Choprigin ji ajansa me re axivî û got: "Ez bawer nakim ku ji bilî tişta ku niha diqewime tu delîl ji bo pevçûnê hebe. Hemû alî ji derfetan sûdê digirin da ku asta aloziyê zêde bikin û di encamê de demê qezenc bikin."

Lê Choprigin di heman demê de hişyarî da ku rewş gelek xeter e û got: "Her kiryarek heta bi tasdûfî be, dibe ku li derveyî daxwazên aliyên nakokiyê, rewşeke din ferz bike. "

SENARYOYA ÊRIŞÊ

Serokê îstixbarata leşkerî ya Ukraynayê Kirillo Budanov yekşema borî di hevpeyvînekê li gel rojnameya Military Times a Amerîkayê de ragihand ku Rûsya derdora 92 hezar leşker li ser sînorên Ukraynayê kom kirin û got li gorî pêşbiniyan, dibe ku êriş di dawiya Çilayê yan destpêka Sibatê be.

Li gorî Kirillo Budanov dibe ku di êrişê de derbeyên hewayî û topbaran hebin piştre êrişên hewayê û amfîbî (bi rêya av û erdê) hebin, nexasim li ser bajarê Mariupol. Her wiha bi rêya Belarûsê wê derbasî bakur bibe.

Di Nîsana borî de nakokiyek di navbera her du dewletan de çêbû, dema Rûsyayê di çarçoveya bersiva tevgerên NATO`yê yên gefxwar de bi deh hezaran leşker li ser sînorên Ukraynayê bicih kiribû û tatbîqat kir.

Wê demê Ukraynayê ji ber ihtîmala destwerdanekê nêz metirsiyên xwe rave kirin. Li aliyekî din hêzên Kiev û hêzên cudaxwaz bi hev diketin.

Ukraynayê çek, keştiyên şer, moşekên dijî tankan û madeyên tenduristiyê bi taybet ji DYA`yê wergirtin. Her wiha di vê dawiyê de dronên Tirkiyê li dijî cudaxwazan li rojhilatê welêt bi kar anîn.

HELWESTA DYA

Washington ji mêj ve, Moskova hişyar kir ku destwerdana Ukraynayê neke. Di Nîsanê de Biden bi rêya telefonê bi Zelensky re axivî û got: “Li hemberî berdewamiya êrişên Rûsyayê em ê piştgiriya serdestî û yekitiya Ukraynayê bikin.”

Ji 2014`an ve, DYA`yê desteka diravî û leşkerî dide Ukraynayê. Zêdetirî 4.5 milyar dolar alîkarî jê re pêşkêş kir. Di nav de du barên moşekên Javelin ên li dijî tankan hebûn.

Di civînekê de ku di vê mehê de li dar ketiye, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji hempîşeyê xwe yê Ukraynayê re metirsiyên xwe yên li hemberî zêdebûna tevgerên leşkerî yên Rûsyayê yên ne asayî anîn ziman û got, DYA`yê dê serdestiya Ukraynayê biparêze.

Di vî warî de lêkolînerê payebilind ê Instîtuya Newlines a Amerîkayê Nicolas Heras ji ajansa me re got: “Pirsgirêka sereke ku DYA`ê naxwaze çêbibe ew e ku Rûsa hebûneke leşkerî ya xurt li Ukraynayê ava bike ku têrê dike rewşê li ser Kievê ferz bike.”

Ji ber sewqiyatên Rûsyayê yên li ser sînorên Ukraynayê û xîtaba wê ya tûj li hemberî Ukraynayê Koşka Spî roja înê bang kir ku xebatên dîplomatîk ên bêtir bê meşandin da ku rewş aram bibe.

Berdevka serokatiya Amerîkayê Emily Horn go,t şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Joe Biden, Jake Sullivan bi mudirê nivîsgeha serokê Ukrayna Andrei Yermak re axiviye.

Emily Horn wiha domand: “Her du rayedaran metirsiyên hevpar ên têkildarî tevgerên leşkerî yên Rûsyayê yên li nêzî sînorên Ukraynayê û xîtaba wê ya tûj li hemberî Ukraynayê nîqaş kirine û li ser domdandina xebatên dîplomatîk ji bo aramkirina aloziyê li hev kirin.”

Lê zimanê alîkara wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê kar û barên Ewropa û Aurasyayê Karen Donfred cudatir bû. Wê got, hemû vebijêrk li ser masayê ne ku çawa bersivê bidin sewqiyatên leşkerî yên “mezin û ne asayî” yên Rûsyayê yên li nêzî sînorên bi Ukraynayê re.

Karen Donfred wiha domand: “Hûn dikarin gelek pêşbiniyan deynin. Gelek vebijêrkên cihereng hene.”

Karen Donfred anî zimann ku DYA`ê ji nêz ve rewşê dişopîne û dê bi şirîkên xwe re rêbaza rawestandina destwerdaneke pêkan a Rûsyayê bi şêwire.

DEWLETA TIRK LI DIJÎ RÛSYAYÊ YE

Pirî caran çavdêrên navneteweyî Enqereyê rexne dikin ku di çend salên dawîn de nêzî Moskovê bûye, bi taybet piştî kirîna pergala moşekan a Rûsyayê S-400 di 2019`an de. Di encamê de Amerîkayê ceza li ser Enqereyê birî û dewleta Tirk neçar kir ku ji hilberandina balafirên F-35 derkeve û banga derxistina wê ji NATO`yê kir.

Lê vê carê yê bala dikişîne helwesta Enqereyê ye ku piştgiriya Ukraynayê kir. Enqere mîna dewletên NATO`yê nekir û bi serdestiya Rûsyayê ya li ser Qirimê îtîraf nekir ku Rûsya sala 2014`an tev li axa xwe kir. Ji ber wê çavdêr dibêjin ku Tirkiye piştgiriya helwesta NATO`yê kir.

Tişta ku rewş aloztir kir, siyaseta Tirkiyê ya li hemberî Ukraynayê ye. Rûs diyar dikin ku ev siyaset li dijî berjewendiyên Rûsya yên li vê herêmê ye ku Moskova wê wek axa xwe dihesbîne.

Ruxmî ku têkiliyên wê bi Rûsyayê re baş bûne, lê Enqere li ser helwesta xwe ya li hemberî aloziya Ukraynayê bi israr e. Ji ber wê hinek dibêjin, Tirkiyê bi vê helwestê dixwaze têkiliyên xwe bi NATO`yê re aram bike bi taybet piştî rêzenakokiyên di navbera wê û hevalbenda rojavayî de.

Di Kanûna 2019`an de Ukrayna peymanek îmze kir da ku 6 dronên Tirkiyê bikire. Her wiha piştî wê bi salekê gelek peymanên hevkariyê yên têkildarî dron û keştiyên şer îmze kirin.

Her wiha Desteya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Ukraynayê meha borî ragihand ku wê balafira Bayraktar li Donbasê cara yekemîn bi kar anî. Her wiha bi bîr xist ku bi rêya wê topavêjek ruxand.

Edîtorê rojnameya "Starana UE" Igor Goshva: “Ji bo xerakirina xebatên destpêkirina lûleyên gazê yê Rûsya-Almanyayê (Nord Stream 2) pêwîstiya Ukraynayê bi balafirên Tirkiyê heye da ku çemê Donbas topbaran bike.”

Ji aliyekî din ve, Rûsyayê di çend hefteyên borî de li ser gelek astên fermî Tirkiyê rexne kir. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hişyarî da Tirkiyê ku çek nefroşe Ukraynayê. Her wiha bang lê kir ku daxuyaniyên şer ên dijwar ên pergala Ukraynayê baş analîz bike û agirê şer gur neke.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova diyar kir ku ixracata çekan a Tirkiyê ya ji bo Ukraynayê wê bi rêyên aştiyane alîkariyê nede çareseriya pirsgirêkê û bang lê kir ku ji gavên ku armancên tolhildêr ên Kiev teşwîq dike dûr keve.

HELWESTA NATO

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg ragihand ku NATO amade ye diyalogê bi Rûsyayê re bike, lê dev ji piştgiriya Ukraynayê bernade.

Stoltenberg di hevpeyvînekê li gel rojnameya "Welt Am Sonntag" de got NATO`yê baldar e û ji nêz ve geşedanên li ser sînorên Ukrayna û Rûsyayê dişopîne û ev li gotina xwe zêde kir: "Em ê li ser astên siyasî û pratîk piştgiriyê bidin Ukraynayê da ku karibe xwe ji vê destwerdanê biparêze."

Stoltenberg wiha pê de çû: “Ez bang li Rûsyayê dikin ku asta nakokiyê kêm bike. Tevî wê jî em ji diyalogê re vekirî ne. Girîngiya diyalogê bi gurbûna nakokiyê re zêde dibe.”

Stoltenberg li ser nûçeyên ku îdia dikin ku Rûsyayê li nêzî sînorê Ukraynayê leşker seferber kirine got ew bi vê yekê bawer nake û tenê xapandin e.

Jens Stoltenberg di kongreyeke çapemeniyê de ku înê li Brukselê li dar ket, got wezîrên karên derve yên NATO`yên ku di civîna 30`yê Mijdarê de ya li Riga dê zêdekirina Rûsyayê hêzên xwe li Ukrayna û derdora wê nîqaş bikin.

Jens Stoltenberg sewqiyatên Rûsyayê yên li ser sînorên xwe yên bi Ukraynayê re bi “bê hicet û nakokiyê gurtir dike” wesifand û bang li Rûsyayê kir ku helwesteke zelaltir nîşan bide.

Sekreterê giştî yê NATO`yê hişyar da ku heger hêza xwe li dijî Ukraynayê dê berdêlên mezin bide.

Li gorî pêşbiniyên Nicolas Heras dewletên NATO`yê dê ji Rûsyayê re piştrast bikin ku dê Ukrayna di demeke nêz de tev li NATO`yê nebe lê di heman demê de dê jê re diyar bikin ku dê desteta Ukraynayê bikin.

(şx)

ANHA