​​​​​​​Gelê Kurdistanê pêşengek xwe yê sosyalîst Enter Dêrsim winda kir

Şoreşgerê Kurd Kazim Ergûn bi nasnav Enter Dêrsim li Rojava di encama krîza dil de şehîd bû.

​​​​​​​Gelê Kurdistanê pêşengek xwe yê sosyalîst Enter Dêrsim winda kir
​​​​​​​Gelê Kurdistanê pêşengek xwe yê sosyalîst Enter Dêrsim winda kir
​​​​​​​Gelê Kurdistanê pêşengek xwe yê sosyalîst Enter Dêrsim winda kir
30 mijdar, 2021   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Kazim Ergûn bi nasnav Enter Dêrsim ku di dehan sale di nava tevgera azadiyê têkoşîn dida, 11’ê Mijdarê di encama krîza dil de li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.

Enter Dêrsim ê ku salên dirêj di nava refên têkoşîna azadiya Kurdistan de li cihên wek bakurê kurdistan, ewropa, çiyayên kurdistan, mexmûr û herî dawî jî li rojavayê kurdistan cih girt, di 11’ê mijdarê de krîza dil derbaskir û rakirin nexweşxanê. Lê Enter Dêrsim rexmî hemû mudexelayan doktoran şehîd ket.

Tê payîn ku cenazeyê şoreşgerê kurd Kazim Ergûn bi nasnav Enter Dêrsim sibê li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî were oxirkirin.

JIYANEKE BI TÊKOŞÎN HATIYE HÛNANDIN

Enter Dêrsim 1'ê Gulana sala 1973'yan li Dêrsimê ji dayîk dibe. Gava wî ya pêşî ya ber bi têkoşînê ve, sala 1992'yan li Stenbolê bi naskirina Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê dike û di nava xebata rêxistinî de cih digire.

Enter Dêrsim, ji bo ku di bîrdoziya rêber Abdullah Ocalan de xwe xurt bike û têkoşîneke zanistî û bihêztir bimeşîne derbasî qada perwerdeyê dibe.

Piştî demekê careke din vedigere Bakurê Kurdistanê û li wir xebata dimeşîne. Lê piştî demekê ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin û dixin zindanê.

Enter Dêrsim ji warê serhildanê Dêrsimê ye û zindana faşîzmê jî wek dibistaneke şoreşê bi kar tîne. Piştî ku ji zindanê derdikeve bi biryardarî, hest û helwesteke xurttir ji ciyê mayî xebata xwe didomîne.

Piştî demekê ji ber gef û zordariya rejima Tirk neçar dimîne ku berê xwe bide Ewropa.

Ji kêliya destpêkê ve li wê qadê jî bi ked, moral û kelecaneke mezin cihê xwe di nava xebat û têkoşînê de digire.

ASTENGIYAN NAS NAKE

Enter Dêrsim ruxmî ku zewiciye û 2 zarokên wî hene jî li Almanya û gelek welatên din, tenê ji ber xwedîderketina li doza Kurd û Kurdistanê bi şêwazek aktîf di nava têkoşînê de cih digire. Ji ber vê têkoşîna xwe Enter li wir jî tê girtin û careke din berê wî dan zindanê.

Enter Dêrsim berxwedana ku li zindanên dewleta Tirk raber dike li zindanên Ewropa jî raber dike.

RÊWÎTİYA BER Bİ KURDİSTANÊ VE

Dema ji zindanê derdikeve jî bi biryareke xurttir di nava xebata têkoşîna azadiyê de cihê xwe digire. Lê piştî demekê berê xwe dide Kurdistanê. Demekê li çiyayên Kurdistanê dimîne. Piştre berê xwe dide Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û demek jî li wir karê rêxistinbûna gel dimeşîne.

Bi zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê re, vê carê dilê Enter ji bo Rojava lê dide.

Li ser banga serferberiya neteweyî ya di pêvajoya berxwedana Kobanê de derbasî Rojava dibe.

Enter Dêrsim, li gelek qadên vê beşa welat di nava xebatê de cihê xwe bi pêşengtî digire.

Herî dawî tev li nava xebata Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bibe.

Ji bo pêşxistin, xurtkirin û parastina şoreşa Rojava her tim di nava kar û xebata pewerdekirin û rêxistinkirina gel de cih digire.

Enter Dêrsim dema ku li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna xwe dewam dikir 11’ê Mijdara 2021’an di encama krîza dil de gihaşt şehadetê. Tê payîn ku sibe wê li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî were oxirkirin.