Dagirkeran gundên Girê Spî topbaran kirin: Sivîlek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Girê Spî topbaran kirin. Di encamê de sivîlek birîndar bû.

Dagirkeran gundên Girê Spî topbaran kirin: Sivîlek birîndar bû
30 mijdar, 2021   18:33
EYN ÎSA

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Erîda, Um El-Hoş, Zenûbiya, Sewan û Suwêdiyê yên kantona Girê Spî topbaran kirin.

Ji ber topbaranê sivîlek birîndar bû.

ANHA