Beşdarên foruma diyalogan: Divê em têkiliyên civakî û çandî xurt bikin

Beşdarên foruma diyalogan a li Kobanê banga hevgirtinê li şêniyan kir û gotin: "Dema gel zane û hişyar be dê şoreşa wan bi serkeve."

Beşdarên foruma diyalogan: Divê em têkiliyên civakî û çandî xurt bikin
28 mijdar, 2021   17:27
KOBANÊ

Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê bi dirûşmeya "Bi şerê gelê şoreşgerî, hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin" foruma diyalogan li dar xist.

Beşdarên forumê nêrînên xwe parve kirin û banga yekitî, hevgirtin û sekna li hemberî şerê taybet ku li dijî herêmê tê meşandin li şêniyan kirin.

/ar/uploads/files/2021/11/28/164003_yhya-kwlaghly.webp

Yehya Korlaxlî got: "Gelê me gelekî zane ye, şoreş her tim bi gelê zane bi ser dikevin, dema ku gel zane be wê şoreş bi serkeve. Em di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibin ku dijmin ji her aliyan ve hemû cûre şer, şerê taybet û derûnî li ser me dimeşîne."

Koraxlî bi domdarî got: "Ne girîng e ku her ferdek ji me çek hilgire, lê divê em ji şer amade bin, çi bi pênûs an jî bi awayekî din be, da ku em nehêlin dijmin armancên xwe bi cih bîne. Her kesên ku ji xaka xwe derdikevin dibin koleyên derve. Ji ber vê yekê divê em li ber xwe bidin, da ku li hemberî şer bi serkevin."

' DIVÊ EM JI AKTÎVKIRINA KOMÊN XWE DEST PÊ BIKIN Û HÊZA CEWHETÎ XURT BIKIN'

/ar/uploads/files/2021/11/28/163933_jya-aly.webp

Çiya Elî jî wiha got: "Şerê ku li dijî me tê kirin şerekî mezin e, divê em ji vî şerî re amade bin. Destpêkê divê em têkiliyên xwe yên çandî û civakî xurt bikin, divê em destek bin da ku nirx û rêgezên xwe biparêzin, dijmin dixwazin me tune bikin. Ji lew re divê em bi aktîvkirina komînên xwe dest pê bikin û hêzên xwe yên cewhetî xurt bikin da ku planên li hemberî me têk bibin."

Çiya Elî banga xurtkirina parastina xweser kir û wiha dom da axaftina xwe: "Divê gelê me hemû enerjiya xwe ji bo parastina xweser veqetîne. Dema ku gel rêxistinkirî be tu hêzên leşkerî wê têk bibin, serkeftin ji hundir ve dest pê dike dema ku hundir xurt û birêxistinkirî be hêzên parastina di asta xwe ya herî jorî ya parastinê de ye."

' ŞOREŞ BI GELÊ XWEDÎ ÎRADE BI SER DIKEVE'

/ar/uploads/files/2021/11/28/163948_fatmh-aljzaery.webp

Fatime El-Cezayîrî diyar kir ku şoreş bi gel bi serkdeve û ji bo ku gel di şoreşa xwe de bi serkeve divê xwedî îrade û fikirê azad be û got: "Bi van her du xalan em şerê xwe yê şoreşgerî li hemberî planên dijmin dikin. Dijminê me cudahiyê naxe navber mezin û biçûkan, ji ber vê yekê divê em tevkar bin da ku serkeftinê qezenc bikin."

Fatime El-Cezayîrî her wiha got: "Her gavek beriya ku em bavêjin divê em bi zelalî lêkolîn bikin, ji ber ku em di şerê hebûn û nebûnê de ne, dijminên me bi hemû cûre çek û çekên qedexekirî êrişî me dike. Em ji van çekan natirsin, em di rêya azadiyê de berdewam in."

ANHA