Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmê Waşûkanî pêşand

Navenda Şopdarên Rojê ya Çanda Hunerê belgefîlmê "Waşûkanî" li kampa Serêkaniyê ya li Hesekê pêşanda.

Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmê Waşûkanî pêşand
28 mijdar, 2021   16:56
HESEKÊ

Bi beşdarbûna bi dehan koçberên Serêkaniyê, di nav de endamên Komîteya "Em ê bimînin û vegerin", Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmê Waşûkanî,  pêşanda.

/ar/uploads/files/2021/11/28/160917_ayflyn-aly.webp

Endama Navenda Şopdarên Rojê Êvlîn Elî têkildarî belgefîlm ji ANHA'yê re diyar kir ku dema belgefîlm 30 deqe ye û wiha domand: "Bi rêya vî belgefîlmê em dixwazin berxwedana mezin a li bajarê Serêkaniyê ya li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bidin nîşandan. Her wiha me xwest balê bikişînin ser rola ragihandinê di derxistina rastiya berxwedanê û sûcên dagirkeran ên li dijî  şêniyan de."

Êvlîn Elî da zanîn ku armanca ji belgefîlmî azarên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyan û bêdengiya raya giştî  ya cîhanê eşkere bikin.

ANHA