Siyasetmedar û rewşenbîr: Divê PKK'ê ji "lîsteya terorê" were derxistin

Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên Ereb gotin, PKK'ê ji tevgerên şorşgerî yên têkoşer ên cîhanî ye û divê ji "lîsteya tororê" were derxistin. Her wiha destnîşan kir ku divê rewşenbîrên Ereb hevgirtî bin û doza rakirina PKK ji "lîsteya terorê" bikin karên xwe yên sereke."

Siyasetmedar û rewşenbîr: Divê PKK'ê ji "lîsteya terorê" were derxistin
28 mijdar, 2021   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Siyasî û Fikirê Demokratîk û Foruma Hevgirtina Herêmî forumeke diyalogan ji bo nîqaşkirina rêbazên rakirina PKK'ê ji "lîsteya terorê" li dar xist. Gelek kesayetên siyasî, akademîsyenên xwecihî, herêmî û navneteweyî beşdarî forumê bûn.

Foruma diyalogan a bi sernavê "Gelo dema derxistina PKK`ê ji lîsteyên terorê nehatiye?" bi amadebûna balyozê misirî yê berê yê li Iraqê Şerîf Şahîn, serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Recaî Fayid, cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejî Dr. Muxtar Xebaşî, nivîskar û rojnamevanê urdunî Redad Îlyas, nivîskar û rojnamevanê filistînî Sair Nofel Ebû Itêwî, nivîskar û rojnamevanê lubnanî Wehamo Moskoviyan, serokê Partiya Nûjen a Demokratîk Fîras Qesas, gerînendeyê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb û endamê Desteya Serokatiya PYD`ê Salih Mislim hate lidarxistin.

XISTINA PKK DI "LÎSTEYA TERORÊ" DE XETERIYEKE DÎROKÎ YE

Çalakger Bûşra Elî  foruma diyalogan bi rê ve bir û tê de Salih Mislim destnîşan kir ku PKK`ê ji bo parastina gelê Kurd çek rakir û yekemîn aliyê navê "Terorê" li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir; rêxistineke veşartî ya di nav NATO`yê de bû ku bi navê "Gladiolus" tê naskirin û ev jî xeteriyeke dîrokî ye.

Recaî Fîdaî diyar kir ku PKK`ê li dijî mîtîngeriya cîhanî û împeryalîzma cîhanî şer dike û xistina wê ya ji "Lîsteya terorê" re mijareke siyasî ye. Recaî Fîdaî da zanîn ku dewleta Tirk li dijî pêkhateyên Tirkiyê jî siyaseteke şofînîst dide meşandin, lê dîsa jî hemû rêxistinên Tirkiyê li dijî PKK`ê û hemû kesên li dijî vê rejîmê li hev dikin û wiha gotina xwe dewam kir: "Hemû hikumetên Tirkiyê di hin aliyan de li hev nakin, lê li dijî PKK`ê li hev kirine."

Her wiha îşaret pê kir ku divê PKK`ê ji "Lîsteya terorê" were derxistin, her wiha divê rewşenbîrên Ereb yekitiya xwe ava bikin û doza rakirina partiyê ji "Lîsteya terorê" karê wan ê sereke be.

Li aliyekî din jî Hikmet Hebîb axivî û got, PKK`ê ji tevgerên şoreşger û têkoşerên cîhanî ye, di heman demê de hewl dide Rojhilata Navîn ber bi sîstemeke demokratîk ve bibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Xistina PKK`ê di lîsteyên terorê de li gorî berjewendiyên navneteweyî ye û ew dewlet girîngiyê nadin civakê û doza Kurdan."

Redad Îlyas Qelab jî axivî û amaje kir ku "Dewletên Ewrop ên ku PKK`ê xistine lîsteyên terorê ne ji ber ku partiyeke terorîst e yan jî li dijî sivîlan komkujî pêk anîye yan jî şervan ji derve anîne, lê belê li gorî hevsengiya bazirganiyê ya di navbera wan û dewleta Tirk de çêbûye."

Qelab piştrast kir ku PKK'ê yek ji stûnên partiyên kurdî ye û divê partiyên kurdî yên din piştgiriya PKK`ê bikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê Kurd û Ereb di qonaxên pêş de yekitiya xwe ava bikin. Sîsteman parçebûn xist navbera gelên Ereb û Kurd û divê di halê hazir de têkiliyên Kurd-Ereban xurttir bikin."

Muxtar Xebaşî jî axivî û got, kesên PKK`ê bi "Teror" wesif kirin, ew wesfeke siyasî ye neqanûnî û wiha pê de çû: "Wesifkirina tevgereke ji bo mafên gel tê dikoşe, sedî sed wesfeke siyasî û neqanûnî, li ser vê yekê divê PKK`ê ji lîsteyên terorê were derxistin ji ber ku partiyeke rizgarîxwaziya niştimanî ye û hewl dide mafên gelan bi dest bixe. Tawana bi partiyê ve hatiye vekirin, bê bingeh e."

 (eh)

ANHA